Tecrîd li Mêrdînê hate şermezarkirin

Xizmên girtiyan û HDP'î ji bo xwedî li grevên birçîbûnê derkevin li ber Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Mêrdînê li hev civiyan.

Endamên HDP'ê yên Rêxistina Mêrdînê, tevî xizmên girtiyan ji bo xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê derkevin, li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê li hev civiyan. Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay û rêveberên partiyê jî li qadê amade bûn. Beriya ku daxuyanî were dayin, polîsan dor li malbatan girtin.

Gunay daxuyaniyek da û bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 119 roj in, girtî jî 81 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Gunay bang li raya giştî û rayedarên Tirkiyeyê kir û got, "Her kêliya ku hûn daxwazên hevalên me nabihîzin, xwîn ji vî welatî diçe. Demokrasî û aştiya li vî welatî têk diçe. Di her kêliyê de dibe ku agahiyeke nebaş bê bihîstin. Em naxwazin vê bêjin, lê rastiyeke wiha heye. Em naxwazin zerareke bi qasî serê derziyê jî bê serê hevalên me."

Gunay xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe û got, "Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê paşeroja vî welatî tarî dike."

Gunay diyar kir, hikumeta ku guh nade daxwazên ji bo rakirina tecrîdê sûc dike û got, "Tecrîd bi xwe sûc e. Em ê nebin hevparê vî sûcî."

Piştî daxuyaniyê, xizmên girtiyan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" qîriya. Polîsên Tirk 3 kes destgîr kirin. Xizmên girtiyan Bîrhat Yalçin, Fîkriye Yalçin û Rûken Ayav ên hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.