Tecrîd li 3 bajaran hate şermezarkirin

Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, li bajarên Hambûrg û Leverkûsen ên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin û işaret bi rewşa tenduristiyê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate kirin.

Li bajarê Înnsbrûck ê eyaleta Tîrolê ya Awûstûryayê, Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê kon vedan.

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hate organîzekirin û li kolana Marîa-Teheresîenê pêk hat.

Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin vekirin û peyama "Daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê daxwazên me ne" hate dayin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî çalakiyek bi heman armancê hate lidarxistin.

Girseya gel li stasyona trenê ya navendî li hev civiya û çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anî.

LEVERKÛSEN

Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Nûcan meşek hate lidarxistin.

Meşvanan tîşortên ji wêneyên Leyla Guven li xwe kirin û heta Leverkûsen Mîtte'yê meşiyan. Di meşê de li ser daxwazên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê belavok hate xwendin.

Çalakî bi mîtîngekê qediya.