'Tecrîd bi dawî nebe, berxwedan jî bi dawî nabe'

Ergîn Akhan ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, diyar kir ku heta tecrîda di şexsê Ocalan de li gel tê ferzkirin bi dawî bibe, wê berxwedan bidome.

Yek ji girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di rojiya mirinê de ne, Ergîn Akhan e. Akhan destnîşan kir ku ew bi biryar in dawî li tecrîdê bînin.

Akhan 20'ê Adara 1988'an li navçeya Kop a Mûşê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gundê Kekelî, dibistana navîn li Kopê û lîse jî li Îzmîrê xwend. Li vê derê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û emrê xwe diyarî têkoşînê û gelê xwe kir. Akhan 9ê Cotmeha 2015'an li navçeya Baglar a Amedê hate girtin. Ergîn Akhan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir. Akhan 30'ê Nîsanê greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Akhan bi rêya malbata xwe peyamek ji ANF'ê re şand.

Akhan got, "Ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, me biryara berxwedanê dan. Tecrîda ku di şexsê Rêberê me de li gelê me tê ferzkirin, ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe. Bi berxwedana hevalên me hemûyan ên di grevê de ne, em bi biryar in ku dawî li tecrîdê bînin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê heta niha gelek hevalên me canê xwe feda kirin û bi hezaran hevalên me amade ne ku feda bikin. Biryardariya me gelekî zêde ye."

Malbata Akhan jî bal kişand ser biryardariya kurê xwe û got, "Ew mafdar in, ji ber ku li devereke din a dinyayê bêhiqûqiyeke bi vî rengî nîne. Em heta dawiyê piştgiriyê didin zarokên xwe, em bi wan re ne. Berxwedêr hemû zarokên me ne."