Tê payin ku di şêwra yekîtiya netewî de encamname were dayîn

Li Silêmanî piştî ku gotebêjiya li ser babeta yekîtiya netewî ya ji hêla partiyên siyasî û sazî û dezgehan ve qediya, niha jî encamname tê dengdan.

Şêwra Yekîtiya Netewî ya ku KNK’ê li Silêmanî amade kirî, bi tevlêbûna rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, rûspî û kesayatên serbixwe didome. Piştî kuji 4 parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna nêzî 60 partiyên siyasî, bi dehan sazî, bi sedan nivîskar, akademîsyen, rûspiyan axaftin û pêşniyar li şêwrê hatin kirin nîqaşên li ser encamnameyê û dengdana wê dest pê kir.

Di roja duyemîn a şêwrê de hin axaftinên ku hatin kirin wiha ye:

Nûçegihan Niyaz Ebdullah: Her parçeyekî Kurdistanê xwedî reseniyekê ye. Lê ev nayê wê maneyê ku em ê nikaribin werin cem hev û bi hev re bimeşin. Divê li gorî reseniya parçeyan em projeyên çêbikin û piştevanê projeyan bin.

Li ser navê Partiya Netewî ya Kurdistanê Cemal Rustemî: Divê em mekanîzmayeke hevpar û netewî ava bikin. Divê hevrikiya di nav partiyên Kurd de bi dawî bibe û projeyeke hevpar were danîn.

Li ser navê Tevgera Guherînxwazên Kurdistanê Haşîm Elî: Ji bo ku kongreya netewî pêk were divê em hemû bi hev re bimeşin. Lê di sê salên dawî de hemû hewldanên ji bo yekîtiya netewî neçûn sêrî. Hêvî dikim ku ev şêwr dawî li hêvîşikestîne bîne û giyanê yekîtiya netewî dîsa zindî bike.

Li ser navê Tevgera Dahatuya Kurdistanê Samet Xoşnav: Divê em kongreya xwe ya netewî pêk bînin û plaftormeke ku em arîşeyên xwe çareser bikin ava bikin. Hêvî dikim ku xebateke wiha bibe zemîneke wiha ku ji bo hemû parçeyên Kurdistanê projeyên berbiçav werin danîn û werin pêkanîn.

Wekîlê Şirnexê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz: Em ji bo yekîtiyê li vir in. Hêza herî mezin a dijmin nebûna yekîtiya me ye. Berevajî ê, yekîtiya me jî qelsbûna dijmin e. Dijmin hêza xwe ji dubendiya me distîne. Ez mînakeke biçûk bidim. Beriya niha bi 2 salan li Cizîrê dema ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk berxwedan hebû, partiyke ji Başûrê Kurdistanê got, ‘’Ji ber şerê li Cizîrê yê bi PKK’ê re em nikarin petrola xwe bifiroşin.’’

A ku em kuştin ne kuştina dewleta Tirk bû, ev daxuyanî bû. Li wir berxwedaneke bê minet li diî dijmin hebû lê wê daxuyaniyê derba herî mezin li me da. Divê êdî em yekîtiya xwe pêk bînin û bes hêzê bidin dijmin.’’