TBB û baroyan qirkirinên siyasî şermezar kir

Serokê TBB'ê Erînç Sagkan û serokên baroyan ên li dijî qirkirina siyasî hatin bajêr, peyama "Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nemîne“ dan.

Di 25'ê Nîsanê de, di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran 134 kes hatin destgîrkirin. Ji kesên destgîrkîrî 14 kes piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Rojnamevan Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Orûç û Remzî Akkaya piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê der barê her çar rojnamevanan de biryara girtinê da.

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkana û gelek serokên baroyan li ber Edliyê daxuyaniyek dan. Gelek parêzer, hiqûqnas, rojnamevan û malbat tev li bûn.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ewil axivî û diyar kir ku vê operasyonê di rayagiştî de rê li ber fikarên cidî vekirine û got rayagiştî pêvajoyeke hilbiarjtinê ya adîlane û demokratîk dixwaze.

Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî bertek nîşanê operasyonê da û da zanîn ku 25 hevpîşeyên wan jî têde gelek kes hatine destgîrkirin û daxuyakirin ku divê pêvajo li gorî hiqûqê pêk bê.  Erînç da zanîn ku ew pêvajoyê wê ji nêz ve bişopînin û bendewarî û daxwazawan ew e ku pêvajo li gorî hiqûqê bimeşe.

Daxuyanî bi dirûşmeya ‘parastin bêdeng nebû û wê bêdeng nemîne’ bidawî bû.