Taşdemîr: Herî pir jin wê bibêjin, NA
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr got, 16’ê Nîsanê herî pir divê jin bibêjin NA.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Taşdemîr got, 16’ê Nîsanê herî pir divê jin bibêjin NA.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Wekîla Agirî Dîlan Dirayet Taşdemîr li Meclîsa daxuyaniyeke çapemeniyê da. Taşdemîr di daxuyania çapemeniyê de Komkujiya Helepçe bi bîr xist û kiryarên komkujiyên şermezar kir.
Taşdemîr got:
‘’Di vê metna 18 xalî de ne gotina jinê heye û ne jî têkildarî jinê gotinek heye lê niha li welêt qira jinan tînin, qira zayendî tînin, têkildarî vê ti rastkirin nîn in, bi rengekî diyar em bi pêvajoyeke wiha re hevrû ne ku destkeftiyên jinan ji xwe re kirine hedef û têkoşîna jinan dixwazin bi paş bixin. Ji bo vê jî em ji dîktaya yek zilamî re NA dibêjin.’’
‘16’Ê NÎSANÊ FERSEND E’
Taşdemîr bi berdewamî got 16’ê Nîsanê fersend e û got, gelek sedemên jinan hene ku di referandûmê de bibêjin, NA. Bi berdewamî got, ‘’16’ê Nîsanê ji bo ku em ji vê hişmendiyê re ku tenê kînê, kuştinê, tundiyê tîne fersendeke dîrokî ye ku em bibêjin, raweste!
16’ê Nîsanê li gel ku bi kûçikan êrîş bi ser me de anîn j îli her deverê jin xebatên NA’yê dikin û NA’yê birêxistin dikin.
Taşdemîr her wiha got, ‘’Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin, komleyên jinan ava bikin, em dixwazin azadiya şala serê xwe ya ku bi salan me têkoşîn ji bo wê daye biparêzin, em destûr nadin ku sîstema hevseroktiyê ya ku bi salan me ked ji bo wê daye were tinekirin. Naxwe banga min ji bo jinan ev e; de li dijî ev qas êrîşan em tiştekî wiha ava bikin, em nîşan bidin ku em ne hewceyî yek zilamî ne û zilamên piştî niha ne. Ti caran ewlehiya me nikare bi zilêm be: ewlehiya me tenê dikare demokrasî be ku ji jêr ve tê avakirin.’’
NEWROZ
Taşdemîr herî dawî Newroz li gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn pîroz kir û got, careke dî bi NA’yê ew ê siyaseta Deheqa asteng bikin û Newroz pîroz kir.