Tanrikulu serdana hevşaredarên Wanê kir
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ji bo piştevaniyê serdana Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Wanê kir.
Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ji bo piştevaniyê serdana Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Wanê kir.
Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji bo piştevaniyê serdana Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci kir. Serdan li avahiya rêxistina bajêr a HDP'ê pêk hat. Di nav şandeya CHP'ê Serokê Bajêr ê Wanê Mehmet Kurukçu jî hazir bû. Li gel Hevşaredaran wekîl Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Mensûr Işik, Şevîn Çoşkun, Habîb Eksîk û Hevserok Yedîşen Karabûlak û Umît Dede jî hazir bûn.
Ertan got ti meşrûiyeta AKP'ê nemaye û got, ''Divê em piştevaniyê geş bikin.''
TANRIKULU: NE TENÊ PEYWIRA HDP'Ê YE
Sezgîn Tanrikulu yê CHP'yî got hikûmet xwe dixe şûna dadgehan, li gel ku li ser wan ti biryara mehkûmiyetê nîn e jî hevşaredar mehkûm kirine. Tanrikulu got, ''Hikûmet rêya siyasetê li mualefetê, li Kurdan digire.''
Tanrikulu got, ''Xwedîderketina li demokrasiyê ne tenê peywira siyasetmedarê HDP'ê û HDP'iyan e. Her roj me jî dikin dijmin.''