Talankeriya qeyûm li Mêrdînê hate şermezarkirin

Li Mêrdînê talankeriya qeyûm bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di ser desteserkirina şaredariyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê re salek derbas bû. Ji ber salvegera talankeriya qeyûm bi dirûşma "Em bi hev re xwedî li îradeya xwe derkevin" li Mêrdînê çalakiyek hate lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP'ê Nîmetûllah Erdogmûş, Ebrû Gunay, Meral Daniş Beştaş, Pero Dundar, Îmam Taşçier, Dersim Dag, Hişyar Ozsoy, Omer Farûk Gergerlîoglû û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen tevlî çalakiyê bûn.

BÎLGEN: RIZGARÎ BI DEMOKRASIYA XWECIHÎ DIBE

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen destpêkê axivî û bi bîr xist ku 48 şaredarî hatine desteserkirin û 17 hevalên wan hatineg irtin.

Bîlgen got, "Rizgariya mirovahiyê bi demokrasiya xwecihî dibe. Rizgariya dinyayê demokrasiya xwecihî ye. Rabûna li ber demokrasiya xwecihî, rabûna li ber rêveberiya xwecihî ya demokratîk, otorîterbûyîn e. Otorîterbûyîn jî nenaskirina îradeya gel e."

BEŞTAŞ: ÎRADEYA BI MILYONAN MIROVÎ HATE DESTESERKIRIN

Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku rejîma qeyûm têk çûye. Beştaş diyar kir ku li şaredariyên qeyûm li wan hate danîn îardeya 4 milyon hilbijêrî û mirovî hatiye desteserkirin.

Beştaş anî ziman ku qeyûm mekanîzmaya sûc a taybet e û got, "Dema ku mijar desteserkirina mafên demokratîk ên Kurdan be çi ji destê wan tê dikin."

'BILA TECAWIZKAR MÛSA ORHAN BÊ GIRTIN'

Beştaş bal kişand ser bûyera destavêtinê ya li Êlihê, ku çawişê pispor ê artêşa Tirk Mûsa Orhan dest avêt jinekê û jin a mexdûr dawî li jiyana xwe anî.

Beştaş got, "Mûsa Orhan nagirin. Ji ber ku nîşaneya gur kir û kincê leşkerî li ser e nagirin. Divê bê girtin, eheta ku ew tecawizkar bê girtin, heta ku ceza lê bê birîn em ê li pey bûyerê bin."

Beştaş di dawiya axaftina xwe de got, "Eger modela wan a qeyûm hebe, ê me jî modela me ya demokrasiyê heye" û destnîşan kir ku wê berxwedana xwe bidomînin.