Talana li Heskîfê: Eywana ji 265 tonî hate rakirin

Li Heskîfê, beşek ji eywana Zaviyeya Îmam Abdûllah ji şûna xwe hate rakirin.

Rejîma AKP'ê dîrok û xwezaya Kurdistanê her talan dike. Bi vê armancê berhem û avahiyên dîrokî yên li Heskîfa kevnar yek bi yek tên parçekirin û ji şûna xwe tên rakirin. Herî dawî beşek ji eywana Zaviyeya Îmal Abdullah hate rakirin. Beşa eywanê ya ji 265 tonî, li wesayita SPTM hate barkirin. Eywanê dibin qada arkeopark a li Heskîfa nû ku bi 3 kîlometreyan dûr e.

Deriyê Keleha Navîn a bi navê Roma ku doh ji şûna xwe hatibû rakirin û li cihekî hatibû hiştin, wê îro ji wî cihê şantiyeyê bê rakirin û bibin cihê nû.