TAJÊ komploya navneteweyî şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 20’emîn salvegera komploya navneteweyî şermezar kir û got; “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û jiyana azad bi Rêber Apo re mîsoger bikin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî 20’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li jin, civaka Êzidî û gelên demokratîk kir ku bikevin nava tevgerê.

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ daxuyaniyeke nivîskî ji bo salvagera komploya navneteweyî 15 Sibatê ya ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşand.

Di daxuyaniya TAJÊ de hate gotin; “Komploya navneteweyî ku li ser Rêber Apo pêk hat 20 sal pey xwe hişt û dikevê sala 21’mîn. Hedefên dewletên hegemon ew bû ku bi tecrîdkirina Rêber Apo ne tenê tevgera PKK tasfiyê bikin di heman demê de fikir û felsefeya azad di nav civakê de tune bikin. Lê berevajî wê tevger pêş ket û felsefeya Neteweya demokratîk ne tenê di nav civaka Kurd de, di nav hemû civaka Rojhilata Navîn de û bi taybet jî di nav civaka Êzîdî de belav bû û bandor li ser hemû civakên cîhanê çêkir. Civak bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike. Ji bo ku nikarin van pêşketinan asteng bikin tecrîda girankirî li ser Rêber Apo dimeşînin.”

TAJÊ di daxuyaniyê de bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got; “Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî 3 meh derbas kir. Ev çalakî bersivekî herî xurt û dîrokî ye. Di şexsê Leyla Guven de em hemû çalakvanan silav dikin. Ev çalakiyên pîroz ên greva bircîbûnê ji bo hilweşandina tecrîdê ye. Daxwaza wan daxwaza me ye, daxwaza hemû jinên Êzîdî ye jî.”

TAJÊ’ê herî dawî got; “Tecrîda girankirî wek tecrîdek li ser Jinên Êzîdî jî dibînin. Di sala 21’emîn a komploya navneteweyî de di şexsê Rêber Apo de ve tecrîda li ser civaka Êzîdî jî em ê rabikin û azadiya Rêber Apo bi vî awayî mîsoger bikin. Dubare em vê roja reş şermezar dikin û ji bo şikandina tecrîdê em serî de bang li jin û civaka Êzîdî, gelen azadixwaz û demokratîk dikin ku ji bo şikandina tecrîdê bikevin nava tevgerê. Em ê tecrîde bişkînin, faşîzmê hilweşînin û jiyana azad bi Rêber Apo re mîsoger bikin.”