TÛAY-DER’ê berxwedana zindanan silav kir

TÛAY-DER’ê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê bi tecrîda li Îmraliyê re sûcan dike û berxwedana li zindanan silav kir.

Komeleya Hevgirtina Bi Malbatên Girtiyan (TÛAYDER) derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parka Koşûyolûyê daxuyanî da. Parlementera HDP’ê Remziye Tosûn, rêveberên partiyê, endamên Meclîsa Ciwanan, endamên MEBYA-DER û MED TÛHAD-FED’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevserokê TÛAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û tecrîd di hiqûqa navneteweyî de binpêkirina mafan e.

‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN’

Guzel diyar kir ku divê tecrîd rabe û got ku, “Çawa ku mafê hemû girtiyan ên hevdîtina malbat, parêzer û vasiyan wan heye, divê ev maf li Girtîgeha Îmraliyê jî were bikaranîn.”

Guzel xwest ku bila girtiyên nexweş werin berdan û Girtîgeha Îmraliyê di serî de, divê li hemû girtîgehan şertên li gorî rûmeta mirovahiyê were avakirin.

Daxuyanî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Na ji tecrîdê re, azadî ji Ocalan re’ bi dawî bû.