'Sûcên tecawizê yên leşkerên Tirk ji ber necazekirinê ye'

Hevseroka MEBYA-DER Yuksel Almas got sûcên tecawizê yên leşkerên Tirk ku li Şirnexê û Êlihê kirin bi sedema polîtîkaya necazekirinê ye.

Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, bal kişand ser tacîz û tecawiza li bajarên Kurdistanê û diyar kir ku tacîz û tecawiza li bajarên Kurdan pêş dikeve ne tesadufî ye. Almas, da zanîn ku ji ber polîtikayên bê cezahiştinê sûcê li dijî civakê bêtir zêde dibe. 

Hevseroka Komeleya Çand û Yekîtiya Piştevanî û Şêwirmendiya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) Yuksel Almas, têkildarî tacîz û tecawiza di rojên dawî de li Şirnex û Êlihê pêş ket, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Yuksel, diyar kir ku ewil li dijî goristanan êrîş pêk anîn û niha jî êrîşî nirxên sincî û civakî dikin û wiha got: "Ev polîtikayek bi plan û zanebûn e. Bila tu kes nebêje ev tiştên li bajarên Kurdan bi destê çawîşên pispor pêk tên tesadufî ye. Ev kesana ji hişmendiya faşîst hêzê distînin û vê bê wîcdanî û bê ehleqiyê dikin. Ji xwe çawişên pispor dema vê yekê dikin dibêjin 'Ji xwe ez ceza naxwim' û bi rehetî tev digerin. Ji bo malbat serlêdana sûc nekin zextan li malbatan dikin. Gefan li malbatan dixwin." 
 
'SUCDARAN CEZA NAKIN' 
 
Almas, da zanîn ku karmendên dewletê yên li dijî civakê sûc dikin bê ceza dimînin û wiha bi dawî kir: "Ji ber polîtîkayên bê cezahiştinê li bajarên Kurdan tacîz û tecawiz zêde dibe. Ev tundî, tacîz û tecawiz herî zêde jinê mexdûr dike. Herî zêde êrişî jinan dikin. Lê em vê yekê qebûl nakin û li dijî vê yekê bêdeng namînin. Bi van binçavkirin û girtinan dixwazin Komeleya Jinan a Rosa û Tevgera Jina Azad bêdeng bihêlin. Dayika jina li Êlihê ku çawîşê pispor tecawizî wê kir, got 'Ez bêdeng nemam. Lê kesî dengê min nebihîst. Her kes bêdeng ma. Hemû kesên bêdeng dimînin, qatilê keça min in' Em jî bêdeng namînin. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin."