Siyasetmedarên Kurd hatin sirgûnkirin

Hevserokê Bajar ê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar jî di nav de 5 siyasetmedarên kurd ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Amedê kirin.

Siyasetmedarên kurd ku beriya hefteyekî bi hinceta ku 'endamê rêxistinê' ne hatibûn girtin û Hevserokê Bajar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mêrdînê Alî Sîncar ku demeke dirêj e girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Amedê hatin kirin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay têkildarî mijarê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin pêk anî û ragihand ku Hevseroka Bajar a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Leyla Bozkûrt sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Amedê û her sê siyasetmedarên din jî sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatine kirin.

Siyasetmedarên ku hatine sewqkirin navê wan wiha ne; Hevserokên bajar ên BDP'ê yên Mêrdînê Leyla Bozkûrt û Şehmûs Sûn, endamên meclisa partiyê yên HDP'ê Alaattîn Semîr Zûrgûrlî û Sedat Ay û Hevserokê Bajar ê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Sîncar.