'Siyaseta PDK'ê li Şengalê têk çû'
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih got, yên bi 12 hezar pêşmergeyên çekdar reviyan û gel di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin, ji destê wan bê ew ê gel birçî bihêlin û ambargoyê deynin.
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih got, yên bi 12 hezar pêşmergeyên çekdar reviyan û gel di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin, ji destê wan bê ew ê gel birçî bihêlin û ambargoyê deynin.
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih diyar kir, partiyên din ên li parlamenta Kurdistanê jî vê siyasetê ji nedîtî ve tên.
Salih got, "Di ser komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an re zêdeyî du sal derbas bûn. Piştî ku Rebîa ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, Şengal bi qasî 4-5 mehan ji aliyê çeteyan ve hate dorpêçkirin. Piştre aliyê bakur hate rizgarkirin, lê Êzidiyên li çiyê man, nehatin rizgarkirin. Ambargoya siyasî li ser hate danîn. Bêguman ev yek ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ve hate kirin. Bi taybetî, ev berpirsyarî di destê hêzên ser bi PDK'ê de ye. Tevî ku ev polîtîka ji aliyê PDK'ê ve hate meşandin jî, hêzên din ên siyasî bûn hevparê wê. YNK, Goran, Hizbî Îslamî û hêzên din ên siyasî dikarîbûn li ber vê polîtîkayê rabin. Dikarîbûn bikin ku ev ambargoya li ser gel bê rakirin, lê li şûna vê, bûn hevpar. Bêguman em mineta xwe li PDK'ê nakin, ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve em van pêkanînên PDK'ê fêhm dikin. Di dema fermanê de 12 hezar pêşmerge û polîsên ser bi PDK'ê li vir bûn. Neketin nava ti hewldanan, li ber xwe nedan û bi sed hezaran mirovên me yên bêguneh radestî DAIŞ'ê kirin. Yên ku ev anîn serê Êzidiyan, wê gel birçî bihêle û ambargoyê deynin ser gel." Xidir Salih da xuyakirin, ku eger hêzên din ên di nava rêveberiya herêmî de cih digirin li siberoja demokratîk a Başûrê Kurdistanê bifikirin, rizgariya rateqîn a Êzidiyan girîng bibînin, lazim e li dijî van polîtîkayên PDK'ê helwestê nîşan bidin.
'JI DAIŞ'Ê KÊMTIR XWE LI ME RADIGIRIN'
Salih da zanîn, ku têkilî û bazirganiya bi herêmên DAIŞ lê ye nehatiye birîn û destnîşan kir, ku bi qasî xwe li DAIŞ'ê ragirin, xwe li wan ranegirin.
Salih diyar kir, rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, ku ambargoya PDK'ê rexne dike û şermezar dike, raporeke erênî ye û wiha dewam kir: "Herêma Cisre Sileha ya navbera Şengal Duhokê, ji aliyê fermiyetê ve yekane xet e ku têkiliya herêmê bi Başûrê Kurdistanê datîne. Ev xet ji ber pêkanînên kêfî, astengî û gefên PDK'ê li gel hatiye girtin. Bi qasî 200-300 hezar Êzidî hê jî li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin. Û mal û xizmên piraniya van Êzidiyan li Şengalê ne. Yanî bixwazin nexwazin jî çûn û hatina wan divê. Yanî dema rewşên weke birîndarî, nexweşî, mirin, ya jî pêdiviyên xwendekar û gelê li vir rû didin, têkiliya bi Başûrê Kurdistanê re dibe mecbûrî. Wekî li Laleşê, Şêxan bi hezaran Êzidî li Başûrê Kurdistanê bûn. Lewma girtina vê rêyê û pêkanîna ambargoyê, ne exlaqî ye, ne însanî ye û ne hiqûqî ye. Siyaseteke welê dimeşînin, ku bi birçîbûnê hewl dide gel hewcedarî xwe bikin. Bi vî awayî dixwazin gel ber bi aliyê xwe e bikişînin û bikin ku gel li dijî hêza ew ji qirkirinê rizgar kiriye, helwestê nîşan bide. Ev yek li hiqûqa herêmî, navneteweyî, exlaqa civakî û kevneşopiya neteweyî ya Kurdan nayê. Ji aliyekî ve dibêje Şengal bi Kurdistanê ve girêdayî ye, dibêjin, li gorî xala 140. divê bi Kurdistanê ve were girêdan. Li aliyê din jî ambargoyê datînin, rêya Duhok-Şengalê digirin. Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Mûsilê de jî ew rê negirtin. Bazirganiya xwe ya bi DAIŞ'ê re dewam kirin. Erebên li Mûsilê niha dikarin biçin Başûrê Kurdistanê û vegerin. Lê belê dema mijar Şengal be, hingî ambargo heye. Yanî bi qasî ku xwe li DAIŞ'ê radigirin xwe li me ranagirin. Rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) hinekî dereng jî ma. Ji ber ku me bi dehan caran gilî û gazin kir û bang kir. Haya hêzên Ewropî ji ambargoya li Şengalê hebû."
'DIXWAZIN XIYANETÊ BIDIN JI BÎR KIRIN'
Xidir Salih destnîşan kir, ku PDK ji bo xiyanetê bide ji bîr kirin û gel bixe bin kontrola xwe, b zanebûn vegera Şengaliyan dereng dixîne û diyar kir, gelê li Şengalê vegere wê rewşa beriya 3'ê Tebaxê qebûl neke.
Salih, tevî polîtîkaya PDK'ê ya birçîhiştina gel ev tespît kir: "Li aliyê din, dixwaze rastiya xiyanetê ya di dema fermanê de bide ji bîr kirin, rola xwe bide ji bîr kirin ya jî gel bikişîne ber bi aliyê xwe ve û bêbandor bike. Dizane ku dema ez pê re bim, ez ê kêmasî û şaşitiyê wan rexne nekim, lê dema ne pê re bim, ez ê rexne bikim, serî li ber netewînim û minetê jê nekim. Bi vê armancê rê digire, bazirganiyê asteng dike û ambargoyê datîne. Doktorê li Sinûnê jî çû Elmanyayê û got, eger ambargoya malzemeyên tibî dewam bike, ez nayêm. Wekî din, bi hezaran mirovên me yên li dijî zilma DAIŞ'ê li ber xwe dan, axa xwe neterikandin û li çiyê man, li şûna ku bên pîrozkirin, neçarî jiyaneke qaçax, ambargo û gefa birçîbûnê tên. Yên xiyanet li gel kirin, dixwazin vê rastiyê bidin ji bîrkirin. Sedema bingehîn a nevegera gel li Şengalê, ev e. Saziyên navneteweyî, gelek dewletan û hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo vegera mirovan li cih û warên xwe, bi mîlyonan alîkarî gihand Rêveberiya Başûr. Diviyabû bi vê alîkariyê rê li ber vegera mirovan bihata vekirin û derfetên jiyaneke bi rûmet ji wan re bihata dayîn. Lê belê naxwazin mirov li cih û warên xwe vegerin. Yek ji sedemên astengkirina vegera mirovan li Şengalê ew e, ku di hilbijartineke gengaz de dixwazin pêşî li têkçûna xwe bigirin. Bi taybetî li herêmên ku xebateke berfireh a îstîxbaratê dimeşînin dixwazin, gel di nava kontrola xwe de bigirin. Siyaseta PDK'ê li Şengalê têk çû. Eger gel li Şengalê vegere, wê piraniya gelê Şengalê li rewşa beriya 3'ê Tebaxê venegerin, wê vê qebûl nekin. Wê statuya siyasî, serdestiya PDK'ê ya beriya 3'ê Tebaxê red bikin. Ev yek nîşan dide ku Êzidî bi ti awayî bi PDK'ê bawer nakin. Dema em bi Êzidiyên endamê PDK'ê ne, bi endamên navenda wan e, fermandarê pêşmergeyan re daxivin, ew jî dibêjin ti baweriya wan bi PDK'ê nîne. Lê belê ji ber ku malbatên wan li wir in (Başûrê Kurdistanê), neçar in zarokên wan bixwînin û ji aliyê aborî ve bi wan ve girêdayî ne, ji neçarî li wir in. Eger temamiya Şengalê û herêm ji çeteyan were paqijkirin, şert û merc asayî bibin, wê tevahiya gelê me li axa xwe vegere û bersiva pêwîst bide xiyanetê, bi de siyaseta şantaj û gefê."
'ÊRÎŞ LI DIJÎ GEL E'
Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih anî ziman, hebûna gerîla weke sedema ambargoyê tê nîşandan, lê belê di rastiyê de êrîş li dijî civaka Êzidî tê kirin û got, "Ji xwe ji bilî rizgariya bindestan, ti armanca gerîla nîne."
Salih wiha dewam kir: "Di rapora HRW de hatibû gotin; hebûna gerîla ya li vir weke hincet tê nîşandan. Lê belê ev hincet ne rast e û ne cihê baweriyê ye. Ev yek nabe bibe hincetek ji birçîhiştina bi sed hezaran însanî, bi pêkanîna ambargoyê. Gerîla bi ruh û hişmendiya azadiyê xwe gihand Şengalê û gelê xwe rizgar kir. Ji xwe pêwîstiya gerîla bi çend pariyên te, bi alîkariya te nîne. Ew bi xwe dikare tedbîrên xwe bigire, ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe û eger pêwîstî pê hebe xwe feda bike. Di carî ji bo wan nebû derd ku zikê xwe têr bikin yan jî derfetên jiyaneke madî ji xwe re bafirînin. Ew jî dizanin, mijar jiyana wan jî be, wê mirovên di ber bindestan re xwe feda dikin, ti carî neçe ber lingê wan. Lewma armanc û êrîşa bingehîn a vê siyasetê, li dijî gelê Şengalê ye."
'CARA YEKÊ EV GEL LI BER XAYÎN Û NOKERAN RABÛ'
Salih bibîr xist, ku gelek ferman li ser Êzidiyan rabûn, gelek xiyanet li wan hate kirin, ev derbên li wan hatin xistin di nava wan de rê li ber tirseke mezin vekir û got, "Ti carî zemînek nehat afirandin ku Êzidî bi vîna xwe ya azad tevbigerin. Serdestan ev tirs û qelsî li dijî Êzidiyan bi kar anîn û xwestin bi xwe ve girêdayî bihêlin. Lê belê, fermana dawî tevî berxwedan û fedayîtiya mezin, di heman demê de xiyanet û nokerî jî deşîfre kir û dersên mezin afirand, ku rê û rêbazên têkoşînê nîşan didin. Di encama van tecrûbeyan de gel cara yekê li ber xayîn û nokeran rabû. Ev rewş bi saya gelê me yê ku teslîmbûn red kir, li çiyê ma û têkoşiya, derket holê. Ji bo vî gelî bikire, teslîm bigire, serî li gelek rê û rêbazan dan. Lê bi ser neketin. Mirovan dîtin ku axa wan şeref û namûsa wan e û teslîm nebûn. Dîtin ku ji bilî berxwedanê sekneke bi rûmet a mirovan nîne û teslîm nebûn."
'LOGOYÊN XWE BI SER ALÎKARIYAN VE DIZELIQÎNIN'
Salih da zanîn, pêşî li gihîştina alîkariyên ji bo Şengalê tê girtin û got, "Divê alîkariyê bi rêya rêveberiyên herêmî bên kirin."
Xidir Salih da xuyakirin, ku pêwîste di bin çavdêriya nûnerên saziyên alîkariyê de alîkarî bi rêya saziyên gelê Şengalê bi awayekî wekhev bê belavkirin û wiha dewam kir: "Ez dixwazim vê bangê li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bikim. Alîkariya ku dişînin ne tenê bi reya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bişînin. Li Şengalê saziyên gel hene, meclîsa gel heye, em ji wan dixwazin ku alîkariyê bi rêya van saziyan bişînin. Bila bi çavdêriya Nûnerên xwe û dilxwazan vê alîkariyê bi awayekî wekhev belav bikin. Alîkariyên ku bi rêya Rêveberiya Başûr û saziyên ser bi Barzanî ve tên, bi awayekî wekhev nayên belavkirin. Nagihêje piraniya gelo. Yên digihêjin jî, logoya xwe bi ser wan ve dizeliqînin û mîna ku wan bi xwe alîkarî kirine, belav dikin. Em vê bangê li saziyên alîkariyê yên navneteweyî dikin: ya alîkariyê bi destê xwe bikin, ya jî belavkirina alîkariyê bişopînin û belgeyan di vî warî de bixwazin. Bi vî rengî bikin ku alîkarî bigihêje gel û bi wekhevî bê belavkirin.
Zivistan dest pê dike, pêwîstiyên lezgîn ên jiyanî hene. Pêwîstiya madeyên xwarinê, xurekê pêwistiya sereke ye. Û alavên mirov pê xwe germ bikin, gelekî hewceyî pê hene. Lazim e bersiv ji pêwîstiya kon bê dayîn. Wekî din, meclîsa me bi hin tankên peyda kiriye hewl dide avê bigihîne mirovan, lê divê ev hejmar bê zêdekirin. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê pêwîstî bi alîkariya malzemeyên tibî heye. Me nexweşxaneya gel ava kirine, bi vî rengî bersiv ji pirsgirêkên bingehîn ên tenduristiyê tê dayîn. Lê pêwîstiya me bi alîkariyê heye."