Sîstema axatiyê ya qeyûm hate dîtin

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarokê Bezbinê Velî Karadenîz got, "Gel beriya qeyûman rêveberiya xwecihî dît. Sîstema qeyûm a axatiyê jî dît. Haya xwe ji her tiştî heye."

Yek ji deverên ku cerdevan lê gelek in, bajarokê Bezbin ê navçeya Silopiya ya Şirnexê ye. Tevî vê yekê jî xuya ye dengê herî zêde wê HDP bi dest bixe.

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bezbinê Velî Karadenîz ku bi salan e li bajarok karê siyasî dike, 6 sal in Hevşaredariya Bezbinê ya HDP'ê dikir. 

Karadenîz heta dibistana seretayî xwend û piştî ku gund hate şewitandin tevî malbata xwe neçar ma biçe Stenbolê. 10 salan di karên cuda de xebitî û di 26 saliya xwe de vegeriya Bezbinê.

Karadenîz diyar kir, gel feraseta rêveberiya xwecihî ya berî qeyûm dît û got, "Sîstema me sîstema gel bû. Sîstema ku ew pêşkêşî gel kirin, sîstema axatiyê ye. Haya gelê me ji her tiştî heye. Eger gelê me careke din me ji bo xizmetkirinê wezîfedar bike, em ê bi kar û xizmeta xwe bikin ku hevalên piştî me bê, pêwîstî bi karekî hilbijartinê nebîne. Wê careke din bê dîtin ku namzetên me ji bilî xizmetê tiştekî din nakin."