Sincar li cihê lê hatî qetilkirin hate bibîranîn

Parlementerê DEP’ê Mehmet Sincar ê 4’ê Îlona 1993’an ê di encama êrîşeke bi çekê de jiyana xwe ji dest da, di salvegera 26’an d e li cihê lê hatî qetilkirin hate bibîranîn.

Parlamenterê Partiya Demokrasiyê Mehmet Sîncar di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê ji aliyê kesên nediyar ve di encama êrîşeke çekdarî de hate qetilkirine. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Êlihê, parlamenterê DEP'ê Mehmet Sincar, li cihê lê hatibû qetilkirin bibîr anîn. Endam û rêveberên HDP'ê li Kolana Elma Sîncar bibîr anîn. Hevşaredara Awîskê Hatice Taş, Hevşaredara Kaniyahenê Gulistan Sonuk amade bûn.

Girseya ku li kolanê amade bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di bernameyê de Wekilê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Êlihê Gulcemal Erdînç, got: “ Mehmet Sincar û Metin Ozdemîr û Habip Kiliç hatin kuştin. Em ê têkoşîna demokrasiyê ji cihê wan hiştiye didomînin. Di ser kuştina wan re 26 sal derbas bûn. Hê jî kujerê wan nehatiye dîtin. Her çend bêjin "Faîlê wan nediyar e" em qatilê wan ê rastîn nas dikin. Palîtîkayên qeyûmê ji sala 1990'an heta niha didome. Ew çi bikn bila bikin em ê hesabê hevalê xwe bipirsin. Em ê têkoşîna demokrasiyê bidomînin."

Piştre cihê ku Sîncar lê hatiye kuştin bi qurnefilan bibîr anîn.