Serokê KKP’ê Çîftyurek: Lazime Kurd bibin yek

Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek nerazîbûn nîşanî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got, li dijî dagirkeriyeke gengaz divê gelê Kurd bibe yek.

Di 6'ê cotmehê de Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê DYA'yê Donald Trump, bi telefonê axivîn. Piştî vê axaftinê Trump diyar kiribû ku xwe vedikişîne û Tirkiye dest bi hewldanên operasyona li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Nerazîbûnên li dijî vekişîna leşkerên Amerîka ya li ser sînorê Rojava û amadekariya operasyonek muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava dewam dikin.  

‘KURD WÊ BI SER BIKEVIN’

Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, nerazîbûn nîşanî gef û planên operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û anî ziman ku tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, biryara şer daye û lê wê tu kes ji vî şerî qezenc neke. Çîftyurek da zanîn ku tu bekaya dewletê nîne, pirsgirêk û bekaya Erdogan û Bahçelî heye. Çîftyurek destnîşan kir ku ev polîtîkaya AKP-MHP’ê ne siyasete û wiha axivî: “Poltîkayên AKP-MHP’ê ji bêçareseriyê tê, hewl didin emrê xwe dirêj bikin. Di vê polîtîkayê de wê AKP-MHP bi ser nekeve û teqez li hemberî vê wê Kurd bi ser bikevin.”  

‘JI DERVEYÎ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ TU RÊ NÎNE’

Çîftyurek destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê dixwaze Kurd li hemberî wan çonkan danin û wiha pê de çû: “AKP-MHP ji Kurdan re dibêjin, ‘yan çil satir yan jî çil katir’. Ev jî tê wateya dibêjin, yan axa xwe ya pîroz berdin, birevin û xwe radest bikin yan jî em ê werin we û welatê we ji holê rakin. Gelê Kurd bi maf e, bi tu awayî axa xwe terk nake. Dibe ji bo Efrînê stratejiya xwe guharandî be. Lê bi tu awayî dê ev axa pîroz neyê terikandin. Ji bo Kurdan ji derveyî berxwedan û têkoşînê tu çare tuneye. Kurdan duh li Kobanê li ber xwe dan û biserketin, dê îro jî Kurd li ber xwe bidin û biserbikevin.”  

YEKITIYA NETEWEYÎ

Çîftyurek, banga yektiyê li çar parçeyên Kurdistanê jî kir û wiha got: “Li her cihê ku Kurd dijîn, divê em bi ruhê berxwandanê xwedî li mafên gelê xwe yên mafdar derbikevin û li dijî dagirkeriyê mil bidin milê hevdû. Gelê Kurd êrîşî tu kesê nake û tenê destkeftiyên xwe diparêz e. Kurdan çawan ji bo mirovatiyê şer kir û nirxê mirovahiyê parast. Divê îro jî li seranserî cîhanê xelk destê xwe bide Kurdan. Çi dem weke îro ne guncawe ji bo yektiya Kurdan. Divê Kurd di vê serdemê de yektiya xwe ava bike û bi hevre destkeftiyên xwe biparêzin. Li Bakur em çawan bi yek dengê li dijî qeyûman û zilmê têdikoşin divê em ji bo axa xwe ya Rojava jî bitêkoşin. Eger em bi hevre şil û germ bibin, em ê li vir bingeha tifaqa neteweyî danin. Şahî û xemgîniyên me yek in divê em yektiya xwe jî ava bikin û bi yek dengê li dijî êrîşan rawestin.”

‘DAXUYANIYA TRUMP PIRSGIRÊKÊ KÛR DIKE’

Çîftyurek, vekişîna leşkerên Amerîka jî nirxand û destnîşan kir ku Serokê Amerîka Donald Trump weke şirketekê nêzî dewletê dibe û ev tişt got: “Wê operasyonek muhtemel a li dijî Rojava wê di warê leşkerî, polîtîk û aborî de rê li ber pirsgirêkên mezin veke. Dewlet birêvebirin naşibe rêvebirina welatan. Dewlet ne şîrket e, dewlet birêvebirin karekî cidiye. Ji ber wê yekê herdem di nava Trump û Pentagonê de rageşî heye. Ji ber ku Pentagon stratejiya dewletê diparêze.  Ji ber vê yekê jî herdem di nava wan de rageşî heye. Daxuyaniya Trump bêtir hêz da Tirkiyeyê destwerdanê pêk bîne. Lê heke operasyon pêk were jî dê ev ji nişkeve pêk neyê. Tu hêz destekê nade daxuyaniya Trump û gefên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên kûr hene. Opersyona li dijî herêmê dibe ku AKP zûtir ji hev belav bike. Daxuyaniya Trump ne tiştek pozîtîf e ji bo Tirkiyeyê. Dê Tirkiyeyê bi talûkeyên mezin re hevrû bihêle.”