Serokê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî hat binçavkirin
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî hat binçavkirin.
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê Racî Bîlîcî hat binçavkirin.
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Alîkarê Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî. Bîlîcî li mala xwe ya li Amedê hat binçavkirin.
Li gorî agahiyan, di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes li bajêr hatine binçavkirin.
Hêjayî gotinê ye; rojnameya Akîtê di 25'ê Sibatê de bi gotina "PKK'yiyê digot 'dewlet a kujer', karê wî careke din jê re hat dayîn' Bîlîcî hedef nîşan da bû.