‘Serokê herêma Kurdistanê berpirsê şandina pêşmergeyên Roj a ji bo Lîbyayê ye'

Parlemeterê YNK’ê Karwan Gezneyî têkildarî destgîrkirina ‘Pêşmergeyekî Roj’ ê li Lîbyayê hatiye girtin da xuyakirin ku Serokê Herêma Kurdistanê berpirsê şandina 'pêşmergeyên Roj' a ji bo Lîbyayê ye.

Duh berdevkê artêşa niştîmanî a Lîbyayê Ehmed Mismar di civînekê çapemeniyê de ragihandibû ku çeteyekî bi navê Şakir Ferman Salih destgîrkirine ku xelkê Dirbêspiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha li bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê û artêşa Tirk hatî perwerdekirin, piştre çûye Tirkiyê û ji wê derê jî wek çeteyekî girêdayî Tirkiyê ji bo şerê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbyayê şandine wî welatî.

Di heman demê devMismar ragihandibû vî çeteyî li xwe mikûr hatiye ku bi armanca kuştina rêveberên PKK, YPG û YPJ’ê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye perwerdekirin.

Di vê derbarê de parlementerê Firaksyona Yekîtî ya Parlementoya Herêma Kurdistanê Karwan Gezneyî axifî û got: “Karê ku hatî kirin tê wateya bikaranîna hikumeta herêma Kurdistanê ye ji bo berjewendiyên kesî û partî. Ev hêze derketiye derveyî rêgezên hikumet û parlementoya herêmê, lewre berevajî zagonane. Ji ber ku tenê parlemento dikare hêz bişîne derve, li gorî vê jî her hêzekî bê agahiya parlementoyê bê şandin ne yasayî ye.”

Gezneyî her wiha doman: “Serokê hikumetê berpirsiyarê wan karên ne yasayî ye û divê serokê hikumet demildest derbarê vê heqareta ku li navê pêşmerge û hêzên welatparêz tên kirin daxuyaniyekê bide.”

Karwan Gezneyî bi vê şeklî dawî li gotina xwe anî: “Serokê hikumeta Kurdistanê bi awayekî ne yasayî ew kare kiriye û ev yek tê wateya bikaranîna îtîbara Kurdan di berjewendiya dijminên Kurd, lewma em bi temamî dijî şandina wê hêzê ne û ji hikumetê dixwazin ku demildest daxuyaniyekê bide.”