Serokê DTSO'yê Sayar bi qeyûmê dagirker re hevkarî kir

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Sayar, ji bo qeyûm Atîlla ku şaredarî dagir kiriye rewa bike, çi ji destê wî tê dike.

Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê AKP'ê ve hate dagirkirin, li şûna hevşaredaran Gultan Kişanak û Firat Anli yên hatin girtin, Cûmalî Atîlla weke qeyûm hate bicihkirin. Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar jî ji bo qeyûm rewa bike, çi jê tê dike. Qeyûmê ku ji roja hatiye û vir ve nikare ji avahiya şaredariyê derkeve, beriya her tiştî serdana Serokê Odeya Bazirganiyê Sayar kir. Sayar her wiha plaketek jî da destê Atîlla û spasiya wî kir.

TENÊ LI HEV RÛNIŞTIN

Ev hevkariya Sayar a bi Atîlla re, ku hikumetê bi rêya wî dest daniye ser vîna gel, dibe sedem ku pirsa "Gelo amadekarî ji hilbijartinê re tê kirin" bikeve hişê mirovan.

Qeyûm Atîlla û Sayar wextekê bi rengekî girtî, tenê li hev rûniştin.

Sayar ê ku hema bêjin bi dizek re hevkarî kiriye, balkêş e ku ji bo Atîlla got, "Li bajêr xizmetên girîng kiriye." Sayar, piştî ku spasiya Atîlla kir, tabloyek jî da destê wî.

SEROKÊ MECLÎSA DTSO GIRTÎ YE

Serokê Meclîsa DTSO Celalettîn Bîrtane jî çend roj berê hatibû girtin.