Seroka Parlamenta Başûrê Kurdistanê ji bo diyalogê bang kir

Seroka Parlamenta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq têkildarî rageşiya li Garê ya ji ber PDK'ê rû da got, "Pêwîste her kes berjewendiyên neteweyî bidin pêş" û bal kişand ser girîngiya diyalogê.

Seroka Parlamenta Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê ya ji YNK'ê Rêwaz Fayeq der barê bûyerên dawî yên li herêmê û hewldana şer a PDK'ê li ser malpera fermî ya parlamentê daxuyanî da.

Fayeq anî ziman ku Parlamenta Kurdistanê ku nûnera rasteqîn a xelkê Kurdistanê ye, li dijî her cûre şerê navxweyî ye û vê yekê weke tawanekê li dijî nirxên bilind ên gel dibîne.

'ÇARESERÎ BI DIYALOGÊ DIBE'

Fayek da zanîn ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e û wiha got: "Pêwîste her kes berjewendiyên neteweyî bide pêşiya her tiştî, xwe ji armancên teng ên partîgerayî dûr bixe û rêzê bide îradeya aştiyane ya gelê Kurdistanê ku şerê navxwe wek tawan û nerewa dibîne."

Fayeq, di dawiya daxuyaniya xwe de bang hestiyar kir û got: "Ez di vê qonaxa hestiyar de bang li her kesî dikim aqilê aştiyane, bijardeya siyasî serdest bikin û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin.”