Serkewt Şemsedîn: Barzanî amade nîne ji bo mûçeyên gel lihevkirinan çêbike

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê Serkewt Şemsedîn ku di lîsta Hîwa de cihê xwe digre dibêje, Barzanî amade nîne ku ji bo mûçeyên gel lihevkirinan çêbike.

Şandeyek ji Hukumeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî niha li Bexdayê ne. Armanca şandeyê ya ji vê serdanê, lihevkirina bi Hukumeta Navendî ya Iraqê li ser dosya petrolê ya herêma Kurdistanê û mûçeya fermanberan e. Di derbarê dibetiya lihevkirinê de Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê yê li ser lîsta Hîwa Serkewt Şemsedîn daxuyaniyek da. Şemsedîn di daxuyaniya xwe de ku ji ajansa me re jî şandiye dibêje: “Şandeya Barzanî li Bexdayê bi awayek eşkere ragihandiye ku wan 5 mehin çawa mûçe belavkirine vê îsal jî bi heman şêwazê be û amade nînin ku bi Iraqê re lihevbikin. Eger Iraq pere ji kîs xwe bişîne êdî ev mijarekî din e.”

HUKUMETA HERÊM: PIRSGIRÊKA GEL NÎNE

Serkewt Şemsedîn her wiha diyar kir ku li gorî şandeyê tu yê bêjî qey tu pirsgirêk nînin û wiha gotinên xwe rêz kir: “Şandeya Barzanî ya bi serokatiya Qubad Talibanî li Bexda ji hevalên me yên koalîsyona Hîwa re ragihandine ku ‘Pirsgirêka gel nîne û lihevkirin çêbe yan na vê li gorî ya heyî mûçe bên dabeşkirin.”

ÇEND BIJARDEYÊN IRAQÊ HENE KU DIBIN SEDEMÊ ZIVIRANDINA BÛDCEYA PARA HERÊM

Şemsedîn di dewama axaftinên xwe de got: “Iraqê çend bijardeyek amade kiriye ku hemû dibin sedemê zivirandina para Herêmê û bi dawîbûna mijara mûçeyan, her wiha zivirandina petrol, dolar û bûdceya geşkirina parêzgehan. Ya ku Iraq dixwaze tenê eve ku desthilata federal petrolê bifroşe û berpirsiyartiya darayî û bazarkirina wê bigre ser milê xwe. Êdî tu hêcetek nemaye ku Mesûd Barzanî, kurên wî û wekîlên wan ên di nav Goran û Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan de gel pê bixaînin.”

Şemsedîn di dawiya axaftinên xwe de bal kişande ser nêrîna lîsta Hîwa ya têkildarê mijar û wiha pêde çû: “Bila eşkere be, hevpeymana Hîwa bijardeya xwe pêşkêş dike û mafê darayî ya gel navenda bijardeya me ye û ti hêcetek ji bo wekîlên Barzanî jî namîne ku kampanya spîkirina rûyê (bê sûc nîşandayîna) desthilat û berewajîkirina raya giştî bidomînin.”