'Serketina di hilbijartinê de wê ji bo naskirina xweseriyê gaveke girîng be'

Endama Saziya Mamosteyan a Şengalê Diya Şengalî derbarê hilbijartina perlementoya Iraqê de got, "Ji bo me civaka Êzidxan serketina namzetê me, wê hêviya azadiyê û parastina hebûna me xurt bike."

Endama Saziya Mamosteyan ya Şengalê Diya Şengalî derbarê hilbijartinên Iraqê ji ajansa me re axivî. Diya Şengalî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên parlementoya Iraqê û got “Ji bo derbaskirina rewşa aloz ya ku li Iraqê heyî ev hilbijartin di dema xwe de ye. Hilbijartin ji bo hemû civakên ku li Iraqê ne, gaveke girîng e. Wê bi xwe re jî destkeftiyên mezin bîne.”

Diya Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku eger ji her civakekê delegeyek hebe  ku bikaribe wê civakê temsîl bike, wê  ev tişt bi xwe re destkeftiyên mezin bîne û wiha pê çû “Serkeftina delegeyên me yên ku di hilbijartinê de cih digirin, girîng e. Taybet ji civaka me ya Êzidxanê Şêx Semîr Derwêş namzet e. Serkeftina wî û heke di parlementoya Iraqê de cihê xwe bigire, ji bo me gelekî girîng e û pêwistiya me jî pê heye. Şêx Semîr wê bikaribe dengê me bigihîne nav parlementera Iraqê û hebûna me ya civaka Êzîdiyan jî temsîl bike.”

Şengalî destnîşan kir ku hêviya civaka Êzîdî ya ji bo jiyaneke bi heq û hiqûq, bi bicihbûna Şêx Semîr a di nav parlementoya Iraqê heye û got “Ji bo me weke civaka Êzîdî hêviya me ev e ku namzetê me bikaribe cihê xwe di parlementoya Iraqê de bigire, da ku bikare temsîla civaka Êzîdiyan bike. Di dirêjahiya 7 salan me li vir gelek saziyên xwe ava kirine. Me xwe bi xwe ji bo civaka xwe kar kiriye. Ev hemû bi saya şehîdên me hatine avakirin. Lê hikumeta Iraqê heta niha ev tişt nedîtiye û bi awayekî fermî qebûl jî nekiriye. Lê eger yek ji civaka me di nav parlementoya Iraqê de hebe wê ji bo naskirina me jî gaveke girîng be.”

Endama Saziya Mamosteyan ya Zimanê Kurmancî Diya Şengalî di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzîdiyan kir ku dengê xwe bikin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî “Em ji civaka xwe dixwazin ku yek bin. Ne bi tenê Êzidiyên li Şengalê û Iraqê, hemû Êzîdî li ku bin pêwîst e dilê me li ser hev be û em xwedî li Êzîdîbûna xwe derkevin.”