Serhildana Kobanê ya 6-8'ê Cotmehê -3

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete dewrê, serhildana Kobanê qediya. Serhildana Kobanê weke yek ji hîmên girîng ên berxwedanê cihê xwe di nava rûpelen dîrokê de girt.

Serhildan bi daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qediya. Di nota 9'ê Cotmehê de tespît û perspektîfên girîng hebûn. Di daxuyaniya wî de ev peyamên girîng û dîrokî hebûn:

"Gelê Kurd gelekî mazlûm e. Gelê Kobanê gelekî mazlûm e. Di navbera me de tenê sînorek hatiye xêzkirin. Gelê Kobanê bi keda xwe li wir e. Ji xwe re sîstemeke xweser ava kirine. Dewlet nikare xwe li vê rabigire. Divê piştgirî ji wan re bê dayin, lê destek nayê dayin.

KOBANÊ WÊ LI BER XWE BIDE

Mirovên me yên li Kobanê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Li cihê DAIŞ lê heye û li herêmên kurd lê dijîn li kîjan cihî DAIŞ hebe, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Wê li ti cihî tawîz ji DAIŞ'ê re neyê dayin. DAIŞ rêxistineke li hev hatiye anîn e. Li ku derê li dijî Kurdan êrîşeke wiha hebe, divê bersiveke mezin were dayin.

Hewl tê dayin, ku Kurd bi destê DAIŞ'ê ya ku piştgiriya navneteweyî digire bên tinekirin. Mafê kesî nîne ku gelekî tine bike. Li dijî vê polîtîkayê, divê Kurd li her cihî rabe ser piyan. Li hemberî DAIŞ'ê pêwîste berxwedaneke mezin bê nîşandan. Eger vê yekê îro nekin, dibe ku sibe gelekî dereng bin.

Binerin bê çi dikin; hinekî ji me dikin taştê, hinekî dikin xwarina nîvro, hinekî jî dikin şîv. Ev rewşeke bê qebûlkirin nîne. Mafê kesî nîne ku Kobanê bi tenê bihêlin. Pêwîste li her cihî berxwedaneke mezin li hemberî DAIŞ'ê bê nîşandan.

Kobanê ji bo me her tişt e. Pêvajoya li Kobanê ji bo her kesî ye. Gelê Kurd li wê derê sîwanek e. Gelên Tirkmen, Ereb û Ermenî jî di navê de, hemû beşên etnîkî yên li wê derê dikarin jiyana xwe di bin vê sîwanê de bidomînin.

HIQÛQA BIRATIYÊ HEYE

Gelê Kurd dixwaze bi hemû pêkhateyan re biratiyê bike. Tirk jî birayên me ne, lê belê hiqûqeke biratiyê jî heye. Eger ev hiqûq bi cih neyê anîn, hingî ev biratî biratiyeke rast nîne. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Pêwîste biratiyeke rast be.

Gelê Kurd ne dijminê ti gelî ye. Dost û hevalê her gelî ye. Hêzên rewşenbîr û demokrat, her pêkhate û reng, divê gelê Kobanê bi tenê nehêlin.

Mafê kesî nîne ku gelê Kurd bihelîne, biqedîne. Em vê qebûl nakin. Tenê tiştek li ber Kurdan dimîne. Ew jî; berxwedaneke mezin e.

PÊVAJO BI YEK ALÎ NAMEŞE

Ji aliyê me ve tiştek nîne. Çi bikeve ser milê me em ê wê bikin û em dikin. Lê belê pêvajo bi yek alî nameşe.

Li Tirkiyeyê qanûn tên derxistin. Dibêjin 'bila gelê Mexmûrê were'. Baş e, di vê der barê de qanûnek derxistine? Na, qanûn nehatiye derxistin. Dibêjin 'bila şervanên Kurd bên'. Li ser vê yekê qanûnek heye? Na.

Baş e, Kurd wê ji bo çi bê û bê wê çi bike? Gelo ji bo bikevin girtîgehê bila bên? Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin.

DANÛSTANDINEKE RASTEQÎN

Eger bixwazin, min berê jî ji wan re gotibû. Eger danûstandin wê dest pê bikin, divê mijûlkirin nebe. Divê danûstandineke rasteqîn be. Min ji wan re got, 'Sekreterekî bidin min ku karibim daxwazên xwe bidim nivîsandin. Ev jî nekirin. Pêvajo di teoriyê de heye, lê di pratîkê de nayê meşandin. Pêvajo bi vî rengî nameşe.

Eger tê xwestin ku pêvajo bê meşandin, eger wê danûstandineke rast be, em ji her tiştî re amade ne. Em dixwazin pêvajoyeke rast bê meşandin.

Eger heta 15'ê Cotmehê vê nekin, wê çaxê pêvajo ji bo min qediya ye. Tiştekî ku bikim nîne. Ev pênc sal in vê dikin, lê tiştek neafiriye. Ev ne rast e.

JÎTEM'Ê JI NAVBERÊ DERXÎNIN!

Ya duyemîn, texmîn dikim ku JÎTEM ji bo têkbirina pêvajoyê ketiye navberê. Eger JÎTEM neyê beralîkirin, eger ji dewrê neyê derxistin, ev pêvajo nameşe. JÎTEM'ê jı navberê derxînin, ku pêvajo bi rengekî demokratîk bi rê ve biçe.

Em ji her tiştî re emade ne, Lê belê em pêvajoyeke rast û rasteqîn dixwazin. Em taktîkên mijûlkirinê naxwazin."

Piştî vê daxuyaniyê rewşa li nava bajaran hinekî aram bû, lê belê bi rengekî ecêb, bi provokasyonan bersiv hate dayin. Bûyera li Çewligê yek ji van e.

PROVOKASYONA ÇEWLIGÊ

Ji ber ku AKP'ê li Çewligê provokasyoneke welê kir, ku salên 90'î jî li pey xwe hişt. Roja 9'ê Cotmehê, li navenda bajêr êrîş li dijî polîsên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hate kirin û 2 polîs mirin.

Piştî bûyerê Serokwezîrê Tirk Davûtoglû û Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyanî dan û gotin, "Wê bersiveke qat bi qat mezintir ji kiryaran re bê dayin." Heman şevê, tîmên taybet û leşkeran gule li wesayiteke taybet a li navçeya Dara Hênê reşandin û 4 mirovên bêguneh kuştin. 4 kesên ku Davûtoglû têkildarî wan got, "me ceza kir" di rapora otopsiyê de derket holê ku ti eleqeya wan bi êrîşa li dijî polîsan a li Çewligê nîne.

KESÊN HATIN KUŞTIN

Li tabloya jêrîn, berxwedêrên ji aliyê polîs, leşker, an jî çeteyên Hîzbûllah/Huda-Par û nîjadperest ên dewletê ve di dema serhildana Kobanê de hatin kuştin, cih digire.

Hakan Bûksûr (25), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Gimgim/Mûşê

Hamdî Caner (55), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Wanê

Kerem Karaaslan (22), ji aliyê Hîzbûllah (Huda-Par) ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Qoser/Mêrdînê

Sînan Toprak (16), ji aliyê Hîzbûllah (Huda-Par) ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Kerboran/Mêrdînê

Bîlal Gezer (29), ji aliyê Hîzbûllah (Huda-Par) ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Kerboran/Mêrdînê

Yûsûf Çelîk (17), ji aliyê cerdevanên AKP'yî ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Misric/Sêrtê

Mehdî Erdogan (35), ji aliyê cerdevanên AKP'yî ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Misric/Sêrtê

Fariz Yilmaz (30), hê nayê zanîn bê ji aliyê kê ve çawa hatiye kuştin, 7-8'ê Cotmehê, li Milazgir/Mûşê

Mahsûm Çoban (21), ji aliyê Hîzbûllah (Huda-Par) ve bi çekê hate kuştin, 7-8'ê Cotmehê, li Amedê

Emrah Demîr (23), ji aliyê Hîzbûllah (Huda-Par) ve bi çekê hate kuştin, 7'ê Cotmehê, li Êlihê

Eshan Akdogan, ne diyar e ji aliyê kê ve hate kuştin, 7-8'ê Cotmehê, li Kerboran/Mêrdînê

Davût Nas (19), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 8'ê Cotmehê, li Sêrtê

Kamîl Taş (28), nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kuştin, 8-9'ê Cotmehê, li Sêrtê

Ahmet Albay (65), ji aliyê DAIŞ'ê ve bi çekê hate kuştin, 8'ê Cotmehê, li Yuregîr/Edene

Necmettîn Çelîk (45), ji aliyê cerdevanên AKP'yî ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Misric/Sêrtê

Abdulkerîm Seyhan (27), ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Kerboran/Mêrdînê

Beşîr Remezan Arîf (8), ji aliyê artêşa Tirk ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Nisêbîn/li ser sînorê Qamişloyê

Yûnûs Aktaş, ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Wanê

Erhan Şenyûza, hat eşkerekirin ku miriye, winda ye, 9'ê Cotmehê, li Çewligê

Alî Bozan, ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Çewligê

Emre Ekîncî, ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Çewligê

Ramazan Ozmaskan, ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Çewligê

Omer Topal, ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Çewligê

Suleyman Balci (15), ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Dîlokê

Sevgî Alici (16), ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Dîlokê

Omer Ûçeker (27), ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Dîlokê

Şahîn Daghan, ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Dîlokê

Mûsa Bayram (26), ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Dîlokê

Mûrat Dag (24), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9-10'ê Cotmehê, li Baglar/Amedê

Bawer Şeyhanogûllari (18), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Amedê

Mûrat Ozbay (19), ji aliyê polîsan ve bi çekê hate kuştin, 9'ê Cotmehê, li Baglar/Amedê

Mert Degîrmencî (18), ji aliyê nîjadperest-olperestan ve hate kuştin, 9-10'ê Cotmehê, li Esenyûrt/Stenbolê

Mesût Menekşe (42), ji aliyê polîsan ve bi bombeya gazê hate kuştin, 9-10'ê Cotmehê, li Amedê

(Çavkaniya tabloyê: Enstîtuya Zan)

RAPORÊN LI SER MIJARÊ!

Komeleya Mafên Mirovan Şaxê Amedê, bi navê "Rapora binpêkirina mafên mirovan ên ji ber destwerdana li çalakiyên di çarçoveya piştgirî û berxwedana Kobanê de hate kirin rû dan (2-12'ê Cotmeha 2014)" roja 14'ê Cotmehê raporek weşand. Di vê raporê de nav, şêwe û cihê kuştinê yê mirovên di vê demê de hatin kuştin, hatin eşkerekirin.

Li gorî vê raporê:

1974 kes hatin binçavkirin, 323 kes ji van hatin girtin. Ev hejmara fermî ye. Tê zanîn ku hejmara rastî, ji hejmara fermî gelekî zêdetir e.

Ji bilî vê, gelek saziyan rapor eşkere kirin û bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan a bi rengekî rêk û pêk. Mînak; di daxuyaniya Komeleya Zarokan a Gundem de hat ragihandin, ku herî kêm 110 zarok hatine binçavkirin û ev agahî hate dayin: Îzmîr 12, Amed 48, Wan 8, Enqere 3, Mersîn 9, Êlih 9, Cizîr 3, Mêrdîn 1, Sêrt 15 û Stenbol 2...

QEDEXEYA DERKETINA DERVE

Di roja duyemîn a çalakiyan de, yanî di 7-8'ê Cotmehê de bi sed hezara kes daketin kolanan û xwepêşandan girseyî zêde bûn. Leşker daketin nava bajaran û tevî polîsan bi tundî dest li çalakiyan werdan. Vê destwerdanê jî nekarî pêşî li çalakiyan bigire. Hikumeta AKP'ê jî weke çare berê xwe da pêkanînên Rewşa Awarte. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, li Amed, Êlih, navçeyên Kerboran, Dêrik, Qoser, Nisêbîn, Şemrex, Mehsert û Stewr ên Mêrdînê, li navçeya Erdîş a Wanê û navçeya Misric a Sêrtê derketina derve hate qedexekirin. 7'ê Cotmeha 2014'an, di dema çalakiya şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de şer derket û piştî ku welatiyê bi navê Hakan Bûksûr ê 25 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin, li Gimgimê derketina derve hate qedexekirin. Piştî ku dibistan û saziyên fermî li navçeyê hatin şewitandin, ji saet 23:30 û pê ve ji wesayitên zirxî anons hate kirin û qedexeya derketina derve hate ragihandin. 9'ê Cotmeha 2014'an, tevî ku êrîş li mafê jiyanê hate kirin û li 6 bajar û navçeyên wê derketina derve hate qedexekirin, çalakiyan dewam kirin. Qedexeya derketina derve ya li Amed û Mêrdînê heta 10'ê Cotmeha 2014'an hate dirêjkirin. (Li Êlihê, 113 kes, bi îdîaya ku li ber qedexeya derketina derve rabûne, ketin ber lêpirsîna îdarî.)

DARIZANDIN

Mixabin, ji bilî Huda-Par'iyan, bi navê kesekî din pêvajoyeke darizandinê dest pê nekir. Dewletê nehişt ku kesek li mafê xwe bigere. Mirina endamên Huda-Parê timî di rojevê de hişt û di ser wan re li dijî Kurdan propaganda reşkirinê kir. Di serî de Erdogan temamiya AKP'ê ev rewş li her cihî bi kar anîn.

Serhildana Kobanê ku 4 sal li dû xwe hişt, hê jî di hişê gel de xwedî cihekî teze ye. Ji bo dîtina hêza komunal a gel û bibîrxistina girîngiya kolanan, xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Bandora wê û dînamîkên civakî yên derxistiye holê, hê didome. Wê bandora xwe demeke dirêj jî dewam bike. Em hemû berxwedêrên di vê pêvajoyê de gihîştin şehadetê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin.