Sergardiyan gefa 'Ez ê te bikujim' li girtiyê nexweş xwar

Sergardiyan gefa 'Divê tu bêdarvekirin. Ez ê te bikujim!' li girtiyê nexweş Casîm Karataş xwar. Karataş hat sirgûnkirin.

Parêzerên endamên Komîsyona Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) yên girtîgehan, ji bo tespîtkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tîpa T ên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê duh çûn girtîgehê. Heyeta ku hevdîtin li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya Rihayê pêk anî, diyar kir ku girtiyê nexweş ê ku navê wî di lîsteyê girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digre, rastî gefa sergardiyan a “Divê tu bêdarvekirin. Ez ê te bikujim!’ hatiye û piştre sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Îslahiye ya Dîlokê hat kirin.

Girtiyan ji heyetê re ragihandin ku cezayê muebetê li Karataş hatibû birîn û piştî dosyaya wî hat xerakirin birin hucreya yek kesî. Girtiyan diyar kirin ku sergardiyan bi gotina “Divê tu bê darvekirin, Ez ê te bikujim” gef li Karataş xwariye.

CEZAYÊ XWENDINA BI TIRKÎ

Heyetê her wiha diyar kir ku girtiyê ji Kobanê Hayatî Omer ê ku li heman girtîgehê girtî ye, bi biryara lijneya çavdêriyê mafê berdana bi şert nehat dayîn û tespbît kirine ku ligel Tirkî nizane bi zorê “2 pirtûkên Tirkî dane” ku bixwîne. Heyetê diyar kir ku sewqiyata ji girtîgehan bo nexweşxaneyan tê astengkirin û wiha hat gotin, “Ji ber ku girtî rastî tacîza lêgerînê ji aliyê cendirmeyan ve tên, girtî çûna nexweşxaneyê red dikin. Dervî werzîşê destûr nayê dayîn ku girtî çalakiyên civakî pêk bînin. Me vê yeke girt qeydê.” Heyeta anî ziman ku di navbera girtiyan de cudahî çêdikin û mafê bi telefonê ya bi dîmen nadin her girtî û hat diyar kir ku her hefte li odeyên wan lêgerîn pêk tînin. Heyetê da zanîn ku li girtîgehê rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê hatine qedexekirin, nameyên girtiyan hatine desteserkirin û rojname û kovarên kurdî nayên dayîn.

Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê wê rapora ku binpêkirinên mafan ên hatine tespîtkirin amade bike, di rojên pêş de bi civîneke çapemeniyê parve bike.