Serdana xizmên xwe kir, lê rejîma Îranê 5 sal ceza lê birî

Rahîm Tûrgût, ji bo serdana xizmên xwe di meha Hezîranê de hat Ûrmiyê. Lê belê rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Welatiyê bi navê Rahîm Tûrgût, di meha hezîranê de ji navçeya Gever a Colemêrgê hat bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo serdana xizmên xwe bike. Hêzên rejîma Îranê avêtin ser mala xizmên Tûrgût ku ew lê mêvan bû û ew binçav kirin.

Tûrgût, 4 mehan li navenda îstîxbaratê ya Îranê hate girtin û lêpirsîn. Çend roj berê jî ew derxistin pêşberî dadgehê. Rejîma Îranê, li 'Dadgeha Şoreşê ya Duyemîn a Îranê' ya li Ûrmiyê Tûrgût mehkeme kir û bi îdîaya "alîkariya ji bo PKK'ê" 5 sal cezayê girtîgehê lê birî.

Tûrgût niha li girtîgeha Ûrmiyê tê girtin.