Şehîdên Komkujiya Helebceyê li Merîwanê hatin bibîranîn
Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê di salvegera Komkujiya Helebceyê de, şehîdên Helebçeyê bibîranîn.
Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê di salvegera Komkujiya Helebceyê de, şehîdên Helebçeyê bibîranîn.
Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê bi merasîmekê şehîdên Komkujiya Helebceyê di salvegera 29. an de bibîr anîn.
Merasîm bi deqeyekê rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Yek ji Xwendekarên Zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê axivî û got; "Pêwîste gelê Kurd yekitiya xwe çêbike û dîroka gelê xwe ti caran jibîr neke."
Bi xwendina sirûda neteweyî dawî li merasîma bîranînê hat.