Seçkîn ê li Mûglayê jiyana xwe ji dest da hate veşartin

Rojhat Seçkîn, ku li Koycegîzê jiyana xwe ji dest da, li Amedê hate veşartin.

Yên cenaze şuştin gotin, li ser bedena Seçkîn şopa şewatê û birînên mezin hene. Dayika Seçkîn li merasîmê axivî û got, "Serê min wê timî bilind be."

Li bejahiya Toparlar Şelalesî ya navçeya Koycegîz a Mûglayê, yek ji 6 kesên ku hat îdîakirin di şer de rojaj 5'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest da, Rojhat Seçkîn (Alîşer Mûnzûr) e. Cenazeyê Seçkîn li gundê Yenîkoy ê Amedê hate veşartin. Malbata Seçkîn, Hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajêr û endamên rêxistinên partiyan û xebatkarên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe ji dest dane ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) a hate girtin, beşdarî merasîmê bûn. Bi sedan polîsên Tirk bi TOMA û gelek maşînên zirxî dor li goristanê girtin û yek bi yek wêneyên beşdarên merasîmê kişandin. Piştî ku wecîbeyên olî li Goristana Yenîkoyê bi cih hatin anîn, cenaze hate veşartin.

AKÇA: HETA KU ZILM HEBE, WÊ TÊKOŞÎN JÎ HEBE

Li dû deqeyeke rêzgirtinê û xwendina duayan, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rûken Akça peyivî û sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest. Akça got, "Heta ku li ser axa me zilm hebe, zarokên me jî wê li dijî vê zilmê têbikoin. Rojhat, di têkoşîna azadiyê de ne yê yekemîn e, ne jî wê yê dawiyê be."

DAYIK SEÇKÎN: SERÊ MIN BILIND E

Dayik Sebîha Seçkîn jî ji her kesî xwest ku li kurê wê helal bikin û heqê xwe helal kir. Dayika Seçkîn got, "Bila find û çira rêya te ronî bikin. Li pêşberî têkoşîna te bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Wê serê min her tim bilind be."

Piştî merasîma cenaze malbatê berê xwe da Êlihê. Li Êlihê wê serdanên sersaxiyê werin kirin.

ŞOPA ÎNFAZÊ

Wekî din, mele û mirovên ku cenaze şuştin gotin, ku fîşekek li aliyê çepê yê sînga wî ketiye û ji aliyê rastê yê pişta wî derketiye. Her wiha anîn ziman, ku li ser qefesa sînga wî û lingê wî şopa şewatê hebû. Li pişt stuyê cenaze jî birîna ji ber fîşekê hebû. Kesên navborî gotin, ku ew bawerin tiştek li serê Seçkîn xistine û bi vî rengî êşkence lê kirine.

JI LEŞKERIYA JI NEÇARÎ REVIYA BÛ

Rojhat Seçkîn ê 26 salî yê ji navçeya Hezro ya Êlihê, beriya 4 salan dema li navçeya Soke ya Aydinê leşkeriya ji neçarî dikir, serdarekî (bînbaşi) gefa 'Em ê nehêlin tu bi saxî ji vir derkeve' lê xwar.  Tê gotin, ku Seçkîn piştî 4 meha ji leşkeriyê refiya û tevlî nava refên PKK'ê bû.