Saziya îstixbarata Iraqê li dijî MÎT’a Tirk operasyonek lidar xist

Di saetên êvarî de Saziya Îstixbarata Iraqê di encama operasyonekê de 3 endamê MÎT’a Tirk li bajarê Kerkûk destgîr kirin.

Di saetên êvarî de Saziya Îstixbarata Iraqê li bajarê Kerkûkê bi operasyonekê 3 endamên Teşkîlata Îstixbarata Mîllî (MÎT) a Tirk destgîr kir.

Li gorî çend serçaweyên taybet ji ber ewlehiyê navê xwe eşkere nekirin, agahî dan ANF’ê û ev agahî da: “Di saetên êvarî de Saziya Îstixbarata Iraqê li taxa Muselay a bajarê Kerkûkê li dijî sîxûrên Tirkiyeyê operasyonek lidar xistin. Di vê operasyonê de 3 endamên MÎT’a Tirk destgîrkirin. Ji kesên hatine destgîrkirin 2 jê Iraqî û 1 jî Tirk û nasnameya Tirkiye li ser hebû.”

Heman çavkaniyê anî ziman ku destgîrkirina van endamên MÎT’ê girêdana wan bi bûyerên teqînewe yên berî niha bi çendekê li taxa Mûselay a Kerkûkê pêk hatibûn ve heye. Çavkaniyê anî ziman ku Serokê Eniya Tirkmen Erşad Salih û dîsa Hesen Toran ketine nava hewldanan ku endamên MÎT’a Tirk ji destê Iraqiyan rizgar bike, lê belê heta niha hewldana wan bi serneketiye.

Di van demê dawî de êrîşî goristana Tirkmenên li bajarê Kerkûk hate kirin, her wiha di nava du rojên dawî de jî çend bombeyên hatibûn danîn li taxa Mûselay a Kerkûkê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn dîtin.

Li gorî çavdêrên siyasî ev bûyerên nava hefteyên dawî de qewimîn destê MÎT’a Tirk têde heye û bi vê yekê dixwazin dewleta Tirk ji bo di bin navê parastina Tirkmenan de êrîşî Kerkûkê bikin.