Saziya Aştiyê ya Xiristiyan: Ji ber êrişên dewleta Tirk 85 sivîl hatin kuştin

Tîma CPT Kurdistan gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê derewand û diyar kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ji sala 2015'an û vir ve 85 sivîl şehîd bûne, 95 birîndar bûne û gotinên Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê derewand.

"Christian Peacemaker Teams- CPT (Tîma Çêkerên Aştiyê ya Xiristiyan) a Kurdistanê" bi daxuyaniyekê bersiv da Sefîrê Tirk ê li Hewlêrê Hakan Karaçay, ku îdîa kiribû di êrişên wan de sivîl nabin hedef. Tîma CPT Kurdistan ragihand ku di êrişên dewleta Tirk de ji 15'ê Hezîrana 2020'an û vir ve 15 sivîl hatine kuştin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Tîma CPT a Kurdistan ve hate dayîn ji aliyê Kamûran Mele Osman ve hate xwendin.

Tîma CPT a Kurdisan ji sala 2007’an ve saziyekî navneteweyî ye ku kar li ser mafê mirovan dixebite.

Osman daxuyaniyên Sefîrê Tirk ê Hewlêr Hakan Karaçay derewand ku Karaca îdîa dike ku di operasyonên wan de yên Başûrê Kurdistanê zerar negihiştiye sivîlan.

Osman anî ziman ku di operasyona 15’ê Hezîrana 2020’ê ya di bin navê ‘Pence-Kaplan/Lep-Piling’ li Başûrê Kurdistanê tê kirin heta niha 7 sivîl jiyana xwe ji dest dane. Osman diyar kir ku ji ber operasyon û bomberdûmana balafirên şer û artêşa Tirk jî bax û baxçeyên gundiyên herêmê şewitîne û ziyanekî mezin gihiştiyê.

Osman di dewama daxuyaniyê de li ser ziyanên canî yên artêşa Tirk ev agahî da:

"17’ê Hezîrana 2020’ê di encama êrîşa esmanî ya balafirên şer ên Tirk de welatiyê bi navê Ebas Mexdîdî (30) salî yê li bajarokê Sîdekan şehîd bû.

19’ê Hezîrana 2020’ê di êrîşa esmanî de 5 welatiyên dema li Dolî Belende li nêzî Şêladizê bêhna xwe didan şehîd bû. Navê 4 ji wan wiha ne: Muxlîs Adem, Azad Mehdî, Dêman Omer û Emîn Salih.

25’ê Hezîrana 2020’ê li devera seyrangeh a Kunemasî ya Şarbajêr a Silêmanî ku cihekî sivîlan e û malbat lê ne balafirên bê mirov ên biçek (SÎHA) kire hedef û jina bi navê Peyman Talîbî a 31 salî lingek wê hate birîn û lingê din jî ji çend cihî re şikestiye. Dîsa her du çengên wê jî şewitîne. Dîsa hevserê Peyman Keywan Kaweyî ê 30 salî, keça wî 7 sal û kurê wî 5 sal jî birîndar bûne.

10’ê Tîrmeha 2020’ê di encama avêtina 26 bombeyan a ji aliyê artêşa Tirk ve gundiyên gundê Evla ya li ser bajarokê Batûfa ya girêdayî Zaxoyê neçar man gundê xwe biterikînin.

11’ê Tîrmeha 2020’ê artêşa Tirk gundê Badyeyan a girêdayî bajarê Dihokê kir hedef û 7 hewan li gund ket. Di encama topbaranê de 10 avahiyên gund hilweşiyan û ziyan gihiştinê. Her wiha ziyanek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.

Di encama operasyonên dewleta Tirk a balafirên şer û tobarana li Başûrê Kurdistanê ji meha Tebaxa sala 2015’an heta niha 85 welatiyên sivîl şehîd û 95 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Her wiha ji 85 welatiyên şehîd bûne 15 welatî di nava 6 mehên sala 2020’ê de çêbûne.

Operasyonên dewleta Tirk a li herêmê ji ber metirsiya jiyanê û ruhî bûye sedema valabûna bi dehan gundan.

Em Tîma CPT a Kurdistan daxwaz ji hikûmeta Tirkiye dikin ku rêz li jiyana welatiyên sivîl bigire û dawî li operasyonên xwe yên leşkerî bîne."