Sazî û Dezgehên Êzîdî û Kurdistanî: Bila Xanesor nebe gola xwîna şervanên Êzîdxanê

Meclisa Gundên Êzîdiyên Botan (MGEB),Kordînasyona Gundên Ezîdiyên Bakurê Kurdistan a Almanya (MGEBKA), bang kirin ku hemû sazî û dezgeh di Newrozê û Çarşema Sor de ’’Xemla aştiyê bigihînin Şengala birîndar’’

Meclîsa Gundên Êzîdiyên Botanê (MGEB ) û Kordînasyona Gundên Ezîdiyên Bakurê Kurdistan a Elmanya(MGEBKA) bi daxuyaniyeke nivîskî ya hev par bang kirin ku hemû sazî û dezgeh di navbera Newrozê û Çarşema Sor de “Xemla aştiyê bigihînin Şengala birîndar’’

Her wiha hate gotin, ’’Bila em bibin sîwana parastinê ji bo parêzvanê YBŞ’ê, bila em xwe bikin mertal bo qîz û xortên nûhatî. Em bi eşqa ciwanên xwe ji bo azadiya welat û axa xwe serweş û dilgeş bin.’’

Di daxuyaniya hevpar a MGEB û MGEBKA’yê de hate gotin Rojhilata Navîn bi giştî Kurdistan dikele, dişewite, gelên Kurd û Kurdistanê, civakên herêmê yên weke Asûrî, Sûryanî, Keldanî jî weke civakên Kurdistanê têne talankirin, serjêkirin û bi berdewamî wiha hate gotin:

’’Dîroka xwedî 72 fermanna xwe di 03.08.2014’an de hemî êş, elem û kedera civaka Êzîdî di sedsala 21. de bi rêbazên nûjen û herwiha kes û hêzên cude xwe daye diyar kirin bi aweyekî zindî. Di dema nûjen de rûdanek bêhempa diyar bûye. Ev e 1400 sal in ku xezeba Erebîyên nîjadperest bi hevalbendî û hevkariya Kurdên xwefiroş û her wiha jî xayîn û xwînmijên Êzîdî jî di nav de civaka Ezîdî berbi komkujiyek û genosîde nû ve rûbirû maye.’’

BANG JI BO SAZIYÊN ÊZÎDÎ

MGEB’ê bi berdewamî bang li sazî û dezgehên Êzdiyan kir û wiha hate gotin:

“Meclisa Gundên Êzîdiyên Botan (MGEB) Bangawazî li hemî sazî û dezgehên Êzîdiyan dikê, bêyî tu qeyd, şert û mercên siyasî, daxwaz û armancên dezgehî û her wiha berjewendiyên kesayetî, roj berî rojê li hev bicivin û destê biratiyê bidin hev û her wiha jî armanc û daxwazên civakê bibin guhê xwe. Ji hemî sazî û dezgehên ku liser navê civakê kar û xebatê dimeşînin, bi navê civakê li serwerî û tifakê digerin û daxwaz dikin, tê xwestin, ku hevkariyeke civakî ava bikin û bibin bersiva dijî hovîtî û hemî rengên êrişên liser civaka Êzîdî.

’BILA XANESOR NEBE GOLA XWÎNA ŞERVAN Û MÊRXASÊN ÊZÎDXANÊ’

Eger metirsiya li ser Şengal û devera jîngeha Êzîdiya wekî Xanesor û Sinûne ku di roja 03.03.2017 rû da, bi awayeki rû bide hemî sazî û dezgehên Êzîdiya jê berpirsiyar in. Bêdengiya me, mirin e ji bo zarokên me. Îro em bêdeng bimînin, siberoj em bikin qîrîn jî bê fêde ye. Bila Xanesor nebê golê xwîna şervan û mêrxasên Êzdîxanê.

’’BILA EM BIBIN SÎWANA PARASTINÊ JI BO YBŞ’Ê’’

Bila em bibin sîwana parastinê bo parêzvanê YBŞ, bila em xwe bikin Mertal bo qîz û xortên nûhatî. Em bi eşqa ciwanên xwe ji bona azadiya welat û axa xwe serweş û dilgeş bin.

’EM BIBIN BERSIVA ŞENGALA BIRÎNDAR’

Beriya ku siberoj bibe dereng, em bibin bersiva Şengala bîrîndar, bibin dara navbeyndariya hemî hêzê Kurd û Kurdistanî. Erk û berpirsiyariya civaka me ji ya hemî kesî bêtir e. Em in em kurdên Resen, em in em Kurdên havênê Kurdewarî û em in em yên ku aşitiyê di navbera hemî hêz û tevgera Kurdistanî de bidin avakirin. Ji wê vê hewldanên mayînde ji me tên xwestin.

BANG JI BO HEMÛ DEZGEHAN: LALIŞA NÛRANÎ BIKIN NAVENDA HEQIYÊ

Dilqelsî û perçebûn ne karê me ye, ji belavbûnê tu kesî fêde û xêr nediya da ku em bibînin. Em bangî hemî sazî dezgeha dikin, di navbera Newroz û Çarşema Sor a 2017’an de deng û rengê xwe bikin yek û xemla aşîtiya xwe bigihînin Şengal birîndar.

Ji me tê xwestin ku bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin, Şengal birîndar û dikê qîrîn, daxwaz dikê ku destê aşîtiyê û xwedanperweriyê dirêj bibê û bibe serweriya hemî Kurd û Kurdistaniya.  

Ji hemî hêz û dezgehên Kurd û Kurdistanî tê xwestin, roj berî rojê kuştin û nakokiyên nava xwe bidin rawestandin, aşîtiyek mayînde li ser axa Kurdistan ji bo netewên Kurdistanî ava bikin û Laliş a Nuranî jî bikin navenda heqiyê, aşîtî û biratiyê.’’