Şaredariya Xelfetiyê ya DBP'yî hate dagirkirin
Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê, tevî polîsên tîmên taybet û maşînên zirxî Şaredariya Xelfetiyê ya DBP'yî dagir kirin û dest danîn ser şaredariyê.
Qeymeqamê Tirk ê li navçeyê, tevî polîsên tîmên taybet û maşînên zirxî Şaredariya Xelfetiyê ya DBP'yî dagir kirin û dest danîn ser şaredariyê.
Piştî ku Waliyê Tirk ê li Rihayê di emel de Şaredariyên Xelfetî, Wêranşar û Hewengê radestî qeyûman kir, qeymeqamê Tirk ê li navçeya Xelfetiyê îro avêt ser Şaredariya Xelfetiyê, hemû personel derxist û dest danî ser şaredariyê. Piştî ku Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram di 13'ê Kanûnê de hate girtin, qeymeqamê Tirk Şeref Albayrak Şaredarî dagir kir.
Di destpêkê de polîsên tîmên taybet, personelên şaredariyê ji avahiyê dexistin û li nava avahiyê lêgerîn kirin. Piştre qeymeqamê Tirk Şeref Albayrak ket hundirê avahiyê û odeya hevşaredaran dagir kir. Qeyûm Albayrak hemû eşyayên hevşaredaran derxist derve û qîma xwe bi vê jî nanî, rabû kulîlkên li hundirê avahiyê jî derxist derve.