Salîha Aydenîz: Kurd nêzî statuyê ne
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Em di demeke welê de ne ku nêzî avabûna statuya Kurdan e. Daxwazên gelê Kurd gelekî zelal in."
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Em di demeke welê de ne ku nêzî avabûna statuya Kurdan e. Daxwazên gelê Kurd gelekî zelal in."
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz diyar kir ku gelê Kurd xwedî li statu, ziman, çand û Rêberê xwe derdikeve û destnîşan kir, Kurd êdî naxwazin mîna berê bin.
Hevseroka Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz anî ziman, ku Kurdan dev ji têkoşînê bernedane, di demekê de ku dikarin destketiyên xwe veguherînin statuyê kongreya xwe ya dawî lidar xistine û got, "Gelê me timî tîne ziman ku DBP divê xwe bike partiyeke hîn rêxistinbûyî û zemîna xwe ya li nava civakê xurtir bike. Me jî ev mîsyon danîn pêşiya kongreya xwe ya dawî. Ji bo DBP rol û mîsyona xwe ya damezrandinê ji nû ve bi rêxistin bike, li hemû qadan belav bike, me bi biryarekê kongreya xwe lidar xist. Karên ji bo kongreyê du mehan hate meşandin û hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê em bi rêxistinên xwe û gelê Kurd ê welatparêz re hatin gel hev. Li ser vê yekê me bi dirûşma 'Bi civaka rêxistinbûyî ber bi jiyana azad ve' kongreya xwe ya 6'emîn li Enqereyê pêk anîn."
DAXWAZ BI ZELALÎ HATIN BILÊVKIRIN
Aydenîz bal kişand ser nêzîkatiyên dijminane yên rejîma dewleta totalîter a li hemberî pirsgirêka statu, ziman û azadiyê ya gelê Kurd û wiha axivî, "Gelê ku ti carî dest ji azadî, Rêbertî, ziman, çand û erdnîgariya xwe bernade, bi dirûşm û helwesta xwe li salona kongreyê jî nîşan da. Lewma bû kongreyek xwedîderkertina li rojeva me. Gelê Kurd di asteke bilind de tevlî vê kongreyê bû. Dostên me yên ku bawer dikin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê demokrasî bi cih nayê, li gel me cih girtin. Bû kongreyek ku gelê Kurd daxwazên xwe bi zelalî anî ziman."
HÎMÊ KURDISTANÊ YÊ STRATEJIYÊ
Aydenîz bi bîr xist ku DBP di heman demê de pêkhateya HDP'ê ye û got, "HDP partiyeke ji hemû gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, Elewî û hemû bindestan e, bi vî rengî li qada siyasetê tevdigere. Ji bo li dora Tifaqa Demokrasiyê zemîneke demokratîk ava bibe karê stratejiya Rêya 3'emîn dimeşîne. Em jî partiyeke Kurdistanî ku pêkhateyeke HDP'ê ne, hîmê Kurdistanê yê vê stratejiya Rêya Sêyemîn ava dikin. Me di kongreya xwe de jî nîşan dan ku weke DBP'ê em ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin."
BERSIV JI ÊRIŞAN RE HATE DAYIN
Hevserok Salîha Aydenîz destnîşan kir, ku mîna beriya niha hate kirin DBP wê ji niha û pê ve jî hewl bide xeta têkoşîna yekbûyî ya karker û kedkarên Tirkiyeyê ava bike û got, "Bi israr êriş birin ser hevserokên DBP'ê, siyasetmedar û kadroyên wê yên rêveber û bi operasyonên siyasî ew girtin. Her wiha li şaredariyên me êriş birin ser sîstema me ya hevserokatiyê. DBP'ê bi rêya kongreya xwe nîşan da ku li gel her cûre zext, êriş û polîtîkayên mêtingerî û şer jî çawa li ser piyan dimîne û karên xwe dewam dike."
TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN
Aydenîz ragihand ku gelê Kurd wê ti carî dest ji siyaseta demokratîk bernede û wiha dewam kir, "Yek ji rol û mîsyonên dema bê yên DBP'ê ew e ku azadiya Abdullah Ocalan misoger bike û ji bo vê têbikoşe. Ne tenê gelê Kurd, wezîfeya her kesên alîgirê demokratîkbûna Tirkiyeyê ne ku ji bo vê armancê têbikoşin."
PLANA TÊKBIRINÊ DEWAM DIKE
Hevseroka DBP'ê diyar kir ku desthilatdariya heyî ya dewleta Tirk polîtîkayên dewletê dewam dike û ev nirxandin kir, "Çawa ku beriya sed salî bi Peymana Lozanê Kurd li derve hiştin, îro jî konsepta topyekûn a tunekirina destketiyên Kurdan danîne pêşiya xwe û hewl didin têk bibin. Di sala 2014'an de hewl dan bi Plana Têkbirinê vê yekê bikin. Ji hingî ve li çar parçeyên Kurdistanê şer ragihandin. Bi dagirkerî û talanê polîtîkaya qirkirinê li dijî Kurdan meşandin. Îro jî li dijî Kurdan her cûre êrişên antî demokratîk têne kirin û ji ber ku li gel vê yekê ti encamê bi dest naxe, niha jî polîtîkayên şerê qirêj ên mîna fûhûşt, narkotîkê êrişî jin û ciwanan dike. Gelê Kurd ti carî serî li ber vê yekê netewand û paşve gav neavêt."
EM DI DEMEKE NÊZÎ STATUYÊ DE NE
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî li statu, ziman, çand û Rêberê xwe derdikeve û got, "Berpirsyariya me ye ku dema bê em vê yekê xurtir bikin û polîtîkayek ji bo vê biafirînin. Em ê karê xwe li ser vê bingehê bimeşînin. Em di demeke welê de ne, mekanîzmek ava bibe ku destketiyên gelê Kurd veguherîne statuyekê. Kurd êdî naxwazin mîna berê bimînin. Em ê daxwazên gelê Kurd bi rengekî zelal bînin ser ziman û di vê çarçoveyê de bixebitin."