Salih Muslim qala Ocalan kir

Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim qala dema dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêbaza wî ya têkiliya bi mirovan re kir.

Siyasetmedarê Kurd Salih Muslim diyar kir, Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd li pêşiya operasyona navneteweyî ya li Rojhilata Navîn weke astengî hate dîtin, lewma komplo hate kirin. Muslim diyar kir, armanc tecrîda niha jî hewldana ji bo pêşîgirtina li belavbûna nêrînên Ocalan e û got, "Yên ku em dikin têrê nakin, divê çi ji destê me bê em wê bikin."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20'ê Tîrmeha 1979'an di ser Kobanê re derbasî Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bû û 20 salan li vê herêmê kar kir. Di nava gelên Sûriyeyê de bi gelek siyasetmedar, serokên partiyan, rûspiyan û oldaran re dostanî kir. Bi nêrînên xwe re bû çavkanî ji têkoşîna wan re. Yek ji siyasetmedarên ku Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Ocalan nas kir û emrê xwe diyarî çareseriya pirsgirêka Kurd kir, Berpirsyarê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD'ê Salih Muslim e. Muslim ku yek ji pêşengên avabûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ye, qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re kir, bal kişand ser komployê û nerazîbûna gelê Rojava ya li dijî komployê vegot.

PKK LI EREBÎSTANÊ NAS KIR

"Beriya ku Birêz Ocalan nas bikim, min Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Ji sala 1978'an û pê ve li Erebîstanê min dest bi kar kir. Di navbera salên 1979-80'î de min hin kadroyên ji Bakurê Kurdistanê hatin dît. Em jî di nava lêgerînekê de bûn. Bi taybetî piştî ku sala 1975'an serhildana Barzanî hate tepisandin, me lê difikirîn bê 'Tevgera Kurd wê çi bibe, wê çawa bidome'. Hevalekî bi navê Husnu Yorûlmaz hebû ji Semsûrê. Piştre derbasî Bakurê Kurdistanê bû û sala 1987'an şehîd bû. Bi rêya wî me weşand werdigirt û dixwend. Nexasim salên 1979-80-81'ê me rewş timî dişopand.

OCALAN LI ŞAMÊ DÎT

Di destûra xwe ya salane de dihatim Sûriyeyê. Bawerim sala 1984 bû, ji bo destûrê dîsa hatim Sûriyeyê. Min ji hevalê Husnu Yorûlmaz ku me jê re hevalê Elî digot, ragihand ku ez ê li Şamê li malekê bim. Hevalan li wê malê yek şandibûn cem min. Em bi he vre derketin. Min nizanîbû ku em ê bi ku ve biçin. Li taxeke şamê maleke ji 4 qatî hebû. Em derketin qatê 4'an. Min dît ku yek li ser pêlikan e û li benda min e. Birêz Ocalan bû. Hevdîtineke germ û ji dil bû. Mîna ku me hev bi salan nas kiribû.

HÊVÎ Û BAWERÎ DIDA

Piştre em li hev rûniştin û 2-3 saetan axivîn. Min destpêkê xwe da naskirin. Wî jî qala xw,e qala tevgerê û pêvajoyê kir. Me nîvro bi hev re xwarin xwar û piştre ji hev veqetiyan. Jidilbûn û germbûna hevdîtina destpêkê ne tiştekî ji rêzê bû. Bi rastî jî bandor li mirovan dikir. Ji nêzîkatî û axaftinên xwe nîşan dida ku çiqasî ji dil e. Karîzmayeke xwe hebû. Axaftina xwe ya bi mirovan re, analîzên xwe hêvî û bawerî dida mirovan. Qala pêvajoyên zehmet ên li pêşiya gelê Kurd dikir. Di heman demê de baweriya serketinê dida mirovan. Vê yekê bandoreke mezin li min kir.

HEVDÎTINAN DEWAM KIRIN

Piştî hevdîtina destpêkê, hevdîtinên me dewam kirin. Her ku dihatim destûrê, me hev didît. Sala 1991'ê hatim li Sûriyeyê bi cih bûm. Piştre hevdîtinên me bênavber dewam kirin. Min jî li Dengê Kurdistanê dinivîsî. Ji Tirkî wergera bi Erebî carna jî bi Kurdî dikir. Ne weke kadroyekî tevgerê, lê weke dostekî min alî hevalan dikir. Carna li Helebê, carna jî li Şamê min Rêbertî didît.

DIŞÊWIRÎ, NÊRÎNA MIROVAN DIGIRT

Hinek hene, fermanê didin. Lê Rêbertî bi her kesî dişêwirî, nêrîna her kesî digirt. Dipirsîn, 'Rewşeke wiha heye, em çawa dikarin bikin'. Carna bi zarokan jî dişêwirî. Di navbera salên 1997-98'an de li sînorê Başûr timî operasyonên PDK'ê çêdibûn. Di wê demê de liv û tevgereke xurt li buroyên lê bû hebû. Timî nîqaş dihatin kirin. Dibe ku biryara dawî ya wî bû, lê belê bi her kesî dişêwirî, nêrîna her kesî digirt. Gelekî bandor li mirovên pê re nîqaş dikir, dikir. Ji dil bi mirovan re diaxivî.

GIRÎNGIYA VEBÛNA MED TV

Sala 1995'an MED TV nû vebû bû. Li mala partiyê em bi Rêbertî re rûniştibûn. Dostên partiyê, yanî gel hebû. MED TV vekirî bû û bernameyeke zarokan a bi Kurdî hebû. Hînî Kurdî dikirin. Wê demê gelekî bandor li min kiribû. Rêbertî tevî gel li televîzyona ku rê li ber avabûna wê vekir, temaşe dikir û zarok jî bi saya vê yekê hînî Kurdî dibûn. Hêvî dida min. Wê demê televîzyonên satalîtê yên gelek dewletan tine bû. Yê tenê çend dewletan hebû. Sala 1995'an bû û bi rastî jî gelekî bandor li min kir.

DOST HÊJA DIDÎT

Rêbertî mirov, dost gelekî hêja didît. Dema ew diaxivî û te hewl dida rabe ser piyan, wî nedihişt. Digot, 'Na rûnê, em biaxivin'. Mirov li cem wî bi rastî jî xwe mirov didît. Ti carî zext nedikir, gelekî dilnizm bû. Yekî wî nas neke, weke mirovekî gundî, weke yekî ji rêzê didît. Yê ku pê re rûdişt û diaxivî, pê ve dihate girêdan.

NÎQAŞÊN BERIYA KOMPLOYÊ

Çend meh beriya komployê nîqaşeke wiha dabû destpêkirin; Eger bêjin ji vir derkevin, em biçin ku derê? Biçin çiyê ya jî Ewropayê?' Kesî nizanîbû ev nîqaş çima daye destpêkirin. Em jî li ser difikirîn ku Serok ji vir biçe wê bi ku ve biçe. Ya rast, her kes li vê difikirî. Me nizanîbû ku komplo bûye, ya jî wê bibe. Xuya ye wî ev yek didît. Dizanîbû ku hin dek û dolab digerin. Lewma amadekariya xwe dikir.

HEVDÎTINA DAWÎ

Hevdîtina me ya dawî 17'ê Îlona 1998'an bû. Em 6 kes bûn. Me li ser difikirîn bê ji bo KUrdên li Sûriyeyê dikarin çi bikin, dikarin dest bi tevgerekê bikin, partiyekê ava bikin an na. Me dixwest tiştekî bikin. Ji ber vê yekê em li hev civiyan û çûn cem wî. Ji sibehê heta êvarê em bi hev re bûn, me bi hev re xwarin xwar û nîqaşa 'em çi dikarin bikin' kirin. Ji me re got, 'Hûn Kurdên li Rojava, li Sûriyeyê teqez xwe bi rêxistin bikin, tiştekî bikin. Em niha li vir jî bin em mêvan in, demek bê dibe ku em biçin'. Ji me dixwest ku em bi xwe bifikirin û ji bo xwe tiştekî bikin. Digot, 'Nêrînên we hene, tecrûbeyên we hene. Hûn dikarin tiştekî bikin'. Me jî li ser vê bingehê hewl dan tiştekî bikin.

KOMPLOYÊ DEST PÊ KIR

Di ser vê hevdîtina me re 15 roj derbas nebûn, komploya 9'ê Cotmehê dest pê kir. Rêbertî ji Sûriyeyê derket. Her kes bi guman bû; meraq dikir bê Rêbertî li ku ye, çûye çu derê. Gelê Rojava yekemcar bi vî rengî bi Rêberekî ve hatibû girêdan. Rewş ne diyar bû. Ez li Kobanê bûm. Mîna ku yek ji malê miribe û hatie veşartin. Her kes gelekî xemgîn bû, li ber teqînê bû. Dema ku Rêbertî li Îtalyayê bû rojiyên mirinê pêk dihatin, mirovan xwe dişewitandin.

GEL BERÊ XWE DA SER SÎNORÊ KOBANÊ

Dema ku komploya navneteweyî pêk hat, gel êdî nema karîbû tehemûl bike û her kes daket kolanan. Dema ku min bihîst, ez li nava zeviyên xwe dixebitîm. Sibehan min li radyoyê guhdarî dikir. Di nûçeyan de dihate gotin, 'Ocalan hate girtin, piştî 2-3 saetan wê Ecevît daxuyaniyê bide'. Ez yekser hatim malê. Berî ku zarokên min û hevsera min ji televîzyonê bibihîzin û nekevin nava şoqê, min hewl da dilê wan nerm bikim. Bû êvar Kobanê tev; zarokên pîxwas, jin, mêr her kes dakete kolanan. Berê xwe dan deriyê sînor. Hêzên dewletê jî kete nava liv û tevgerê. Deriyê sînor girtin. Ji bo zerar li gel nebe, ji bo şer neqewime, me jî hewl dida gel rawestînin.

WEKE ASTENGÎ HATE DÎTIN

Rêbertî bi nêrîn, îdeolojî û pêşdîtina xwe ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo Rojhilata Navîn bi temamî bi bandor bû. Weke astengiya li pêşiya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn hate dîtin. Lewma komploya navneteweyî lê hate kirin. Hem bi pêşdîtina xwe, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve ew xurt bû. Partî û gerîlayên xwe heye. Hêzek e ku dikare hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Ji bo serî ji bedenê qut bikin, ev komplo kirin.

DÎSA JÎ NEKARÎN BÊDENG BIKIN

Tevî komployê jî nekarîn Rêbertî bêdeng bikin. Li wê derê bi nivîs, analîz û pirtûkên xwe bandor dîsa li gel kir. Mirovên Ereb, Kurd û ji gelên din ew dişopandin. Li Îmraliyê gelek projeyên çareseriyê afirand. Hêza xwe ya pêşdîtinê xurt e. Fikir, felsefe û projeyên Rêbertî hemû ji bo gelan e, ne tenê ji bo Kurdan e. Projeyên mîna xweseriya demokratîk, neteweya demokratîk xwe dispêrin jiyana bi hev re û biratiya gelan.

TECRÎD LI SER NÊRÎNÊN WÎ YE

Ji Tîrmeha 2011'an û vir ve nahêlin parêzer, ji sala 2016'an û vir ve jî nahêlin malbata wî wî bibînin. Ev tecrîda giran ji bo wê yekê ye ku nehêlin nêrîn û gotinên wî derkevin derve. Ji ber ku bandorê li gel dike û bi cih tên anîn.

YÊN KU EM DIKIN KÊM IN

Yên ku em dikin kêm in. Ji destê me çi tê divê em wê bikin. Birêz Leyla Guven çalakiya xwe ne ji bo şexsekî, ne ji bo partiyekê, lê ji bo Kurdên ji 40 milyonî dike. Ya ku me nekarî bike, ew dike. Divê em li bendê nesekinin. Heta bi gundên Rojava em çalakiyên piştevaniyê dikin, lê bandorê nake. Ji xwe li vir pêvajoyeke şoreşê heye. Yên ku li bajarên mezin ên Tirkiyeyê dimînin, divê destekê bidin. Li Enqere, Stenbol, Îzmîr û bajarên din ên mezin, divê dengê gelê me bi xurtî derkeve.

DIVÊ EM SEFERBER BIBIN

Paşeroja me bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Dijmin seferber bûye, lê em hîn seferber nebûne. Ji gundan heta bajaran divê em çalakiyên xwe zêde bikin. Leyla Guven û hevalên di greva birçîbûnê de ne pêşeng in, lê divê em bi xurtî li cem wan bisekinin û dengê wan li her derê bilind bikin."