Bi sedan Êzidî ji kampên PDK'ê direvin
Bi sedan êzidiyên ji aliyê PDK’ê vebi darê zorê li kampên Dihokê hatibûn ragirtin ber bi Şengalê ve dest bi koçberiyê kirin.
Bi sedan êzidiyên ji aliyê PDK’ê vebi darê zorê li kampên Dihokê hatibûn ragirtin ber bi Şengalê ve dest bi koçberiyê kirin.
Hat ragihandin ku piştî daxuyaniya berpirsê PDK’ê yê li Şengalê Qasim Şeşo ku bê rêzî li pêxemberê îslamê kiriye doz hat vekirin û biryara girtina wî hat dexistin û hinek melayên li Behdînanê gef li Êzidiyên di nav kampên Dihokê de xwarine. Ji ber gefa êrîşan a li ser kampên koçberên Êzidî yên li Dihokê, bi hezaran Êzidî konên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê.
Li gorî agahiyan her ku diçe rewşa li wan herêman aloz dibe, ji ber van gef û gefên êrîşkirina ser kampan, koçberên Êzidî yên li kampên Çemmişîko ya li Zaxo û kampên din ên Şengalê, kampên xwe berdidin û ber bi Şengalê direvin.
Hate zanîn ku rayedarên PDK’ê zordestiyê li ser Êzidiyan dikin ku li kampan bimînin, malbatên ku dixwestin di Deriyê Sînor ê Pêşxabur re derbasî Rojava bibin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin. Hate hînbûn ku niha li Deriyê Sînor ê Pêşxebûr kombûneke mezin heye.