Piştî DEDAŞ'ê vê carê ji ber bombebaranê li Mawayê şewat derket

Piştî şewata ji ber DEDAŞ’ê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de derketibû, vê carê jî di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Mawayê de şewat derket.

ÊRÎŞA DAGIRKIRINÊ YA LI SER MAWAYÊ

Piştî şewata mezin a di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û Şemrexê ya Mêrdînê de derket, vê carê di encama bombebaranê li Mawayê şewat derket.

Êrîşa îmhayê ya dewleta Tirk a dagirker ku di 18’ê Hezîranê de li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Mawayê dabû destpêkirin di roja 5’an de didome. Di operasyona ku bi SÎHA, F-16 û helîkopteran didome, di encama bombebaranê de şewat derket. 

Li herêma ku weke herêma operasyonê hatiye îlankirin destûr nayê dayîn mudaxaleyî şewata li qada daristanê bê kirin û şewata li qada daristanê her ku diçe mezin dibe.