Li Xîzanê êrîşên dagirkirinê hat destpêkirin

Dewleta Tirk a dagirker danê êvarê êrîşa dagirkirinê li bejahiya navçeya Xîzanê ya Bedlîsê da destpêkirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRINÊ

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya operasyona dagirkirinê de li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, ji Geliyê Nemiran heta Desta Ovî, ji vir jî heta Deşta Kaviltîn û Huzeranê li qadeke berfireh kemînê datîne

Operasyona ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya hewayî û bi gelek leşkeran li herêmeke berfireh daye destpêkirin, didome.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li ser rêya pira Nasar a li gundê Gurtê ya li Geliyê Nemiran a di navbera Xîzan û Şîrwanê de ye kemîn datînin û operasyon tê meşandin.