Rûken: Tecrîd wê bi berxwedana civakî parçe bibe

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir, berxwedana civakî wî tecrîdê parçe bike.

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û raperîna gelê Şêladizê ji ANF'ê re nirxand.

Rûken diyar kir, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelên dinyayê hemûyan e û got, "Ji ber ku Rêber Apo tecrîdkirî ye, dîlgirtî ye niha li Rojhilata Navîn şer heye. Yekane hêza ku şerê li Rojhilata Navîn bisekinîne Rêber Apo ye. Ji ber ku perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo jinedîtî ve tên, niha li Rojhilata Navîn nexasim li Kurdistanê Şerê 3. ê Dinyayê diqewime."

Zerîn Rûken çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven tên kirin silav kir û anî ziman, grevên birçîbûnê yên li çar aliyên dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdê pêk tên, dîrokî ne.

Rûken anî ziman, berxwedana Guven civakî dibe, li dinyayê xwedî lê tê derketin û got, "Di serî de gelê Amedê, gelê li çar parçeyên Kurdistanê divê hîn bêhtir xwedî li berxwedana Guven derkevin, berxwedanê geş bikin û bi mîsyona xwe ya dîrokî rabin. Leyla Guven dest bi çalakiyeke dîrokî kiriye."

'RÊBER APO RÊBERÊ AZADIYÊ YE'

Rûken bal kişand ser daxuyaniya Leyla Guven a piştî berdana ji zindana Amedê û got, "Gotinên wê gelekî watedar in. Got, 'Em hemû deyndarê Rêber Apo ne. Ev çalakî rexnedayina me ya li pêşberî Rêber Apo ye'. Ev sekna Leyla Guven sekna bi milyonan mirovî ye. Ji ber ku Rêber Apo rêberê bi milyonan mirovî ye. Ne tenê Rêber Apo, gelên Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn tecrîdkirî ne. Rêber Apo bi salan e bi rengekî dîrokî li ber xwe dide. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em jî bi rola xwe ya dîrokî ya li gorî mîsyona Rêber Apo tevbigerin."

Rûken got, "Rêber Apo rêberê azadiyê ye. Her kes azadiya xwe di nava azadiya Rêber Apo de dibîne. Tecrîd bi berxwedan civakî dikare ji holê were rakirin."

DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR LI CEM GEL CIH BIGIRE

Zerîn Rûken di dewama axaftina xwe de raperîna gelê Şêladizê ya li dijî kuştina çar sivîlan bi destê dewleta Tirk nirxand û got, "Bi navê tevgera jinê em raperîna gelê Dêralûk û Şêladizê silav dikin. Gelê me bi erka xwe ya dîrokî rabûye. Di rewşekê de ku her roj bombe li ser gel tên barandin, her roj faşîzm û şer tê kirin, mafê kesî nîne ku bêje çima gel dadikeve kolanan, çima li ber xwe dide. Her devera xaka vî gelî tê bombekirin. Daxwazên gelê Şêladizê dîrokî ne."

Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken bal kişand ser nêzîkatiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê û got, "Hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku li cem gelê Şêladizê cih bigire, Nêçirvan Barzanî hewl dide dilê dewleta Tirk xweş bike. Gelê Kurdistanê vê qebûl nake. Nabe ku êdî hikumeta Başûrê Kurdistanê bi ser daxwaza rewa ya gel ve biçe û êrîşê gel bike. Ev pirsgirêk ne tenê binpêkirina sînor e. Berxwedana ku li ser vê bingehê hate kirin gelekî girîng e. Hikumeta Başûr ne bi lêpirsînên li dijî gel, bi cihgirtina li cem gel divê li dijî şer bisekine."