Rûken Sêrt: Serketin bi têkoşîn û berxwedanê dibe

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Rûken Sêrt berxwedana grevên birçîbûnê nirxand û got, "Leyla Guven û hevalên wê, komploya li dijî Rêbertî ti carî qebûl nekirin. Divê her kes zanibe, serketin wê bi berxwedanê bibe."

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Rûken Sêrt, di salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de berxwedana grevên birçîbûnê nirxand. Sêrt di destpêka Leyla Guven de berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û diyar kir, xwedîderketina li Ocalan xwedîderketina li xwe ye. Sêrt got, "Felsefeya Rêbertî hêvî da civakê û kir ku civak li rastiya xwe vegere. Dema ku Rêbertî dîl hate girtin, ji heft heta heftê salî her kes li dora Rêbertî bûn mertalekî ji êgir. Gelê Kurd peyam da dewletên navneteweyî hemûyan ku jiyaneke bê Rêber Apo qebûl nake. Rêber Apo ji bo gelê Kurd tê wateya îrade, nasname û ispata hebûna gelê Kurd. Hêzên komploger ji bo gelê Kurd bê îrade bihêle, bê nasname bihêle û tine bike, êrîşî Rêber Apo û wê felsefeya azadiyê kirin."

'LEYLAYAN KOMPLO JI BÎR NEKIRIN'

Rûken Sêrt bal kişand ser têkoşîna Ocalan a ji bo azadiya jinê û wiha dewam kir: "Ji bo jin bibe xwedî nasname, ji bo azad bibe, Rêber Apo projeya azadiya jinê afirand. Ev projeya Rêbertî nîvco ma. Temakirina vê projeyê wezîfeya jinan e yên xwedî li azadiyê derdikevin. Leylayan komploya li dijî Rêbertî hate kirin ti carî ji bîr nekirin, qebûl nekirin û weke komploya li dijî xwe dîtin. Ji ber vê yekê, Leyla Guven ji bo temamkirina projeya azadiya jinê ya Rêbertî bi rengekî bêhempa li ber xwe dide."

Rûken Sêrt anî ziman, bêyî gelê Kurd û Ocalan, şerê li ser Rojhilat Navîn wê neqedin, kaso û krîz wê bi dawî nebin û diyar kir, tecrîda tê kirin li dijî mirovahiyê ye. Sêrt got, "Bi sedan mirovî bi bîr û baweriya ku felsefeya Rêber Apo ji bo mirovahiyê ye, li dora wî xelekek ji agir çêkirin. Divê her kes zanibe, serketin bi têkoşîn û berxwedanê dibe. Bi civaka rêxistinbûyî em dikarin Rêber Apo azad bikin. Jinên Kurd pêwîste ji bo azadiya Rêber Apo bi rengekî bêhempa têbikoşin. Rêber Apo ne şexsekî bi tenê ye, ew îradeya bi milyonan mirovî ye. Em berxwedêrên greva birçîbûnê hemûyan ên li dora Rêber Apo bûne mertal pîroz dikin, silav dikin."