Rojnameya Xwebûnê bi dahata konsera ku betal kir, ji bo mexdûrên erdhejê kon stend

Rojnameya Xwebûnê bi dahata konsera 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku ji ber erdhejê betal kirin, ji bo mexdûrên erdhejê kon stendin. Rojnamevanan bi mexdûrên erdhejê re konan vedan.

Rojnameya heftane ya kurdî Xwebûn, dê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konserek li dar bixista. Lê rojnameyê daxuyandibû ku ji ber erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên di 6'ê Sibatê de li Bazarcix û Elbistana Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, konsera dihat payin bê lidarxistin betal kiriye. Her wiha rojnameyê daxuyandibû ku dê tevahiya dahata konserê ji bo mexdûrên erdhejê xerc bike. 

Rojnameya Xwebûnê, bi dahata konsera ku hatibû betal kirin ji bo mexdûrên erdhejê kon stendin. Rojnameyê konên stendin, bi rêya Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaroka Bilamê ya navçeya Çêlikan a Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê danîn.