Rojnamevan Pêşewa Zagros: Ciwan ji bo guherandina pergalê hêzeke dînamîk in

Rojnamevan Pêşewa Zagros ê ji Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ciwan hêzeke dînamîk a civakê ne, dixwazin civakê biguherînin û ji ber vê dijmin ciwanan dike hedef.

Rojnamevanê Çapemeniya Azad a Rojhilatê Kurdistanê Pêşewa Zagros bû mêvanê bernameya Lapere û di derbarê rola ciwanan a di civaka Rojhilate Kurdistan u Îranê de axivî.

Pêşewa Zagros berxwedaniya Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ku bi pêşengtiya jin û ciwanan ev çar meh in didome, nirxand û got “Di şoreşê de ciwan gihîştin wê nêrînê ku tenê bedeneke min heye, ez jî wê didim ji bo ku ên piştî min baştir bikaribin bijîn. Xwedîderketina ciwanan a li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi şêwazeke fedayî derket holê. Herî zêde jin û ciwanan di pêşketina vê şoreşê de bandorek ava kirin.”

Zagros diyar kir pergalê her dem xwestiye bi rêya sîxurtî û besîcî ciwanan bi kar bîne û got “Xwestin ciwanan ji xwezaya wê dûr bixînin. Bi demê re siyaseta Îranê nermtir bû û rêbaz guhertin. Vê carê bi rêya zanîngeh, mekteb, spor û hunerê xwestin ciwanan bixin bin xizmeta xwe. Heta astekê vê siyasetê bandor kir. Lê niha jî diyar dibe êdî nikarin ciwanan têxin bin kontrola xwe. Hêviya azadiyê bi van ciwanan heye, ciwanê ku rastî û şaşiyan ji hevdu derdixe bi van siyasetan nayê kontrol kirin. Siyaseta Îranê li dijî ciwanan taybet e û hewl tê dayîn ku ciwan ji şoreş, siyaset û hemû meydanên têkoşînê werin dûrxistin. Ciwan hêzek in ku di tevgerê de ne, yanî ne hêzek in ku tên girêdan ku zû bi zû bi fêrbûnên heyî tevbigerin. Tu nikarî wan bi pergaleke fikrî a sabît ê ku tu demê naguhere ve girêbide. Ciwan hewl didin qaliban bişkîne, pergalan biguherîne û tiştan baştir bike. Pergal nikarin ciwanan qanih bikin ku jiyana heyî rast e. Ciwan di warê hest, fikir û maddî de zindî ye. Ne ketiyê derdê ku çend sal mane ku bijî. Ciwan bi feraseta qederê li cîhanê meyze nakin û dibe ku pirs bikin: qedereke wisa çawa hat sepandin? Çawa dibe ku mirovek jiyaneke herî baş bijî û ez jî jiyaneke bi lanet bijîm? Hezkirin, xeyal û xwestekên mirovan dibin qurbanî. Hinek mirov xwestine bibin werzîşkar an hinek kes xwestine bibin hunermend, lê ji ber sînorên çînî an jî rewşa aborî, nikare vê daxwaza xwe pêk bînin. Mecbûr e hemû jiyana xwe li ser pereyan ava bike. Dema ku ev jî kir nakokî di mirov de ava dibe ji ber ku hîs dike li fikir û hestên xwe îxanetê dike. Ew însan pêwîstiya xwe bi şoreşê heye. Nikarin pêşiya vê bigirin. Dewlet ji vê ditirsê û ciwanan perwerde dike ku ev hewldan û têkoşîn tê de were kuştin. Ev pergal wisa tên ava kirin ku têkoşîna ji bo azadiyê di mirovan de were kuştin. Her pergaleke xwedî paradîgmayekê ye. Di pergala dagirker a Îranê de cihê ciwanan di vê paradîgmayê de nîn e.”

‘WERZÎŞKAR BÛNE QEHREMANÊN GEL’

Rojnamevan Pêşewa Zagros bal kişand ser ciwanên werzîşkar ku di vê şoreşê de bûn xwedî helwest û got: “Werzîşkar xwedî ehlaqekî ne. Werzîşkar heta niha qehremanên dewletê bûn, ji vir û şûnde qehremanên gel in. Ev asta şoreş û guhertinên heyî dide diyar kirin. Werzîş xwedî ruhekî ne. Tu nikare werzîşê bike aydê dewlet an jî çînekê. Nayê taybetkirin. Bingeha werzîşê civakî ye. Rêber Apo di dîrokê de werzîşê dike. Wê wekî çalakiya xurtkirina têkiliyên civakî û avakirina pêwendiyên civakî dinirxîne. Siyaset li ser werzîş û werzîşkaran tê meşandin. Çend sedem hene ku mirov werzîş bike. Yek ji sedemên sereke ên çûndina werzîşê di civaka Rojhilat û Îranê de ew e ku mirov pêwîstî dibînin ku xwe û derdorê biparêzin. Li hember kesên dewletî, cehş û li hember mirovên ku qet peywendiya xwe bi ehlaq re nîn in, mirov pêwîstiya xwe dibînin xwe biparêzin.” 

Rojnamevan Pêşewa Zagros diyar kir dewlet dixwaze werzîşê bi kar bîne û got “Werzîşkar heta ku werzîşkar xisarê nede dewletê û ala Îranê hilde xwedî nirx e. Di musabeqeyekê de bi ser bikevî, tu nikarî li ser navê neteweya xwe biaxive. Tu nikare silav bigihîne wan mirovên Kurd ku bûne alîkar û bibêje ez spasiya wan dikim ku ez anîm vê astê. Pêwîst e tu silavê bide dewletê, wê pergalê an wê federasyona ku piştevanî kiriye. Lê bi sedan kesan zehmetî kişandiye ku ew însan bibe qehreman. Mirov di asta herî jêr de li musabeqeyên werzîşî di eyaletan de meyze dike, kesekî Azerî dema ku di musabeqeyê de bi ser dikeve hîs dike ku ew hikumet Azerî ye û nakokî didin avakirin. Rastiya werzîş berovajî vê ye. Tê de edalet û heqîqet heye. Tê de parastina mirovê zeîf heye. Werzîş ji cewher derxistine û ew kirine amûrê pere, reqabet û populerbûnê. Tê de rehm nîn e. Ji bo pere û reqabetê mirov dikarin hev bikujin û seqet bikin.”

‘CIWAN GIRÊDAYÎ NIRX Û ŞEHÎDAN IN’

Zagros di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser ferqa nifşê ciwan ê vê serdemê û got “Peywendî bihêztir û xurttir bûye. Mirovên dûrî hev zûtir dikevin peywendiyê. Di saniyeyan de tu dizane li ku derê çi heye û mirov dikarin sempatî ava bikin, piştevaniya hevdu bikin. Nifşê niha xwediyê destkeftiyên giring ên bihêz ên netewî û çandî yên jiyana hevbeş in. Nifşê niha çînîbûn û neteweparêziyê derbas dike. Zêdetir dixwazin ku her kes mafê xwe hebe. Dewlet wisa difikire ku êdî ev nifş ji destê wan derketiye yan jî pêdiviyê pê dibîne ku kontrol bike. Bi sedan sazî hatin avakirin ji bo ku civakê kontrol bikin. Ev nifş ji destê dewletê derket û vegeriya civakê. Desthilatdariyê her dem gotiye ku ev nifş xwe ji bo jiyana Ewrûpa û jiyaneke lîberal dikujin. Lê ev ne wisa ye. Xwedîderketina ciwanan li şehîdan dide diyar kirin ku çiqas bi nirx, çand û axa xwe ve girêdayî ne. Nifşekî bi cesaret e û herî zêde dikare ber bi azadiyê biçe.”