Rojnameger Denîz Firat hate bîranîn: Wê pênûsa wê li erdê nemîne

Rojnameger Denîz Firat a ku DAÎŞ’ê ew qetil kiribû, li ser gora xwe hate bibîranîn.

DAÎŞ’ê di 8’ê Tebaxa 2014’an de dema ku êrîşî Kampa Mexmûrê kiribû, Denîz Firat (Methîye Yildiztan) şehîd bûbû. Firat li Taxa Xecê Xatûn a Ebexa Wanê li ser gora xwe hate bibîranîn. Malbata Firat û hevalên wê yên rojnameger tevlî bibîranînê bûn. Li ser navê Plaftorma Rojnamegeran a Mezopotamyayê Hîkmet Tûnç axivî. Tûnç diyar kir ku wan pênûs û kameraya Firat dewr girtine.

‘DENGÊ JINAN GIHAND CÎHANÊ’

Tûnç diyar kir ku Firat dengê jinên di bin êrîşa DAÎŞ’ê de gihandine cîhanê û got “Denîz bûye dengê jinên li Şengalê hatine revandin. Denîz ji ber şer di temenekî zarok de tevî malbata xwe li Kampa Mexmûrê bi cih bû. Di demên herî dijwar de Denîz Firat bi kameraya xwe li pêş bû.”

Tûnç diyar kir ku Firat mîrateya çapemeniyê ji Mûsa Anter û Gûrbetellî Ersoz wergirtiye û got ku “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe li ser xeta Firat bidomînin. Em ê çîroka serkeftinê ya jinan binivîsin.”

BIRAYÊ WÊ: PÊNÛSA WÊ LI ERDÊ NEHATE HIŞTIN

Seyat Yildizan ê ku birayê Denîz Firat e wî jî got ku “Hevalên Denîz tu carî pênûsa wê li erdê nehiştin. A niha xuşk û birayên min kameraya wê hildane û têkoşîna Denîz didomînin. Çiqasî zext were kirin jî wê ev têkoşîn teqez bi ser bikeve.”