'Rojiya mirinê fermana bilindkirina berxwedanê ye'

Ji fermandarên HPG'ê Rohat Amed diyar kir, rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê ji bo wan fermana xurtkirina berxwedanê ye û got, "Bi navê HPG'ê em ê jî di vê çarçoveyê de tevbigerin."

Ji fermandarên HPG'ê Rohat Amed, bi wesîleya meha Gulanê ku ji aliyê PKK'ê ve weke 'Meha Şehîdan' tê binavkirin, ji ajansa me re axivî. Amed got, "Hem tevgera PKK'ê, hem jî tevgerên çep şoreşger ên Tirkiyeyê di meha Gulanê de berxwedaneke mezin kirin û şehîdên mezin dan."

Amed şoreşgerên Tirkiyeyî Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Halîl Çavgûn, berxwedêrên zindana Amedê Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Necmî Oner û Mahmût Zengîn ên di meha Gulanê de şehîd bûn, bi bîr anî.

Rohat Amed her wiha bi bîr xist ku 10'ê Gulanê rejîma Îranê Ferzat Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Xemîn Bekes û Alî Haydaryan darve kir û got, "Ev tiştekî ji rêzê nîne. Ji ber van hemû şehîdên me, meha Gulanê ji bo me sedema bilindkirina berxwedanê, geşkirina têkoşînê ye. Roj ew roj e ku em şerê dewleta Tirk a mêtinger li dijî me dike, têk bibin."

'EM Ê WEZÎFEYA XWE BI CIH BÎNIN'

Ji fermandarên HPG'ê Rohat Amed diyar kir, ji bo azadiya Ocalan û gelê Kurd ew di pêvajoyeke girîng de ne û got, "Li ser bingeha avakirina Kurdistaneke azad û xweser, berxwedan û têkoşîneke mezin heye. Bi pêşengiya Leyla Guven li zindanan, li her qada Kurdistanê û Ewropayê bi beşdariya bi hezaran hevalên me berxwedaneke mezin a greva birçîbûnê didome. Her wiha 15 hevalên me biryara rojiya mirinê dan.

Rojiya mirinê ji bo me fermana bilindkirina berxwedanê û mezinkirina têkoşînê ye. Meha Gulanê ji xwe fermana berxwedanê dide, em ê jî di vê çarçoveyê de tevbigerin, wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bînin."

Amed destnîşan kir, li ku derê dibin bila bibin ew ê hem wezîfeyên xwe yên neteweyî, hem jî yên enternasyonal bi cih bînin.

Amed got, "Bila hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst zanibe, li çiyê ciwanekî tenê yê Kurd jî bimîne, wê nikaribe armancên xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê em careke din soz didin şehîdên xwe yên şoreşger û diyar dikin ku em ê her tim xwedî li bîranînên wan derkevin û li pey xewn û xeyalên wan bin. Ji bo bicihanîna xeyalên wan çi bikeve ser milê me em ê bikin."