Rojhilatî wê li 12 bajaran li dijî tecrîdê dakevin qadan

Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li 12 bajaran çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê kir.

Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê wê bi şiyara "Em bi hev re faşîzmê hilweşînin" li gelek bajaran meş û xwepêşandanan li dar bixe. Însiyatîfê ragihand, 14'ê Sibatê saet navbera 17:00 û 20:00 wê çalakî pêk werin û banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Rojhilat de hate gotin, "Dijmin bi salan e dixwaze daxwazên rewa yên gelê me li çar parçeyên Kurdistanê tine bike. Gelê Kurd bi salan e bi rengekî watedar û bi rûmet li ber xwe dide. Dijmin li ber têkçûnê ye. Azadî nêz e."

Li gorî daxuyaniyê, cih û dema çalakiyan wiha ye:

Sine: Meydana Azadî

Seqiz: Meşa ji Meydana Helû ber bi Meydana Cimhurî ve.

Merîwan: Meşa ji Kolana Şebrengê ber bi kolana bingehîn ve.

Mehabad: Meşa ji Meydana Şaredariyê ber bi Çarrêya Azadî ve.

Bokan: Meydana Fermandarî.

Ûrmiye: Meydana Îmam.

Xoy: Kolana Îmam.

Mako: Bûlwara Resaletê.

Kirmaşan: Meydana Azadî.

Ciwanro: Meşa ji kolana Bihadarî ber bi Meydana Besîc ve.

Şabad: Meşa ji Meydana Îmam ber bi Meydana Hîdayet ve.

Îlam: Meşa ji Çarrêya Sedî ber bi Meydana Îmam ve.