Malbatên Roboskî: Dîsa êrîş birînê me bi xwîn dike

Malbatên Roboskî yên di hefteya 302’an de lêgerîna edaletê didomînin li hev kom bûn, li dijî êrîşa polîsan a li ser bîranîna Qetlîama Enqerê bi gotina: “Her carê dîsa bi êrîşan êşên me tîne bîra mirov.” nerazîbûn nîşan dan.

Malbatên kesûkarên di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, di lêgerîna edaletê ya hefteya 302’an de li goristanê li hev kom bûn. li ser navê malbatên ku pankara bi nivîsa “Ji bo Roboskiyê edalet û berpirs bên darezandin” û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn li ser vekirin, Cahîde Encû daxuyanî da.

Encû got: “Dewlet ji bo qetlîam û êşên ku bi me dayî kirin her tim zindî bihêlin, her carê bi êrîşekî din li ser me dike.” Encû destnîşan kir ku her carê bi rêbaxekî cuda êşan bi me didin jiyîn. Encû nerazîbûn nîşanî mudaxeleya polîsan a ji bo bîranîna Qetlîama 10’ê Cotmehê da û got: “Ev nêzîkatî û polîtîka bi awayekî vekîr êşa me bi xwîn dike û dibe sedemê hêrsa me mezintir bibe. Em êrîşa polîsan şermezar dikin."

Encû bibîr xist ku heta niha ti pêşketin li dosyayên Roboskî, Enqere û Pirsûsê pêk nehatiye, diyar kir ku wê têkoşînê bidomînin.