Rîskek mezin li ser penaber û şêniyên Wanê heye

Yek ji bajarên ku rîska şewba vîrûsa koronayê lê zêde ye, Wan e. Pêla penaberiyê ya ber bi Wanê ve dewam dike. Rojane bi sedan penaber bêyî ku rewşa wan a tenduristiyê bê kontrolkirin tên Otogara Wanê.

Tevî ku sînorê bi Îranê re girtî ye, pêla penaberan a ber bi Wanê ve dewam dike. Ji Efganistan, Îran, Iraq û welatên Asya Navîn ku rîska vîrûsa koronayê lê zêde ye, rojane bi sedan penaber tên Wanê.

Tê gotin ku penaberên tên Wanê ti ji wan ji aliyê tenduristiyê ve nayên kontrolkirin. Otogara Navendî ya Wanê ku rojane bi sedan mirov diçin û tên, ji bo penaberan bûye rawestgeha ber bi bajarên cuda ve.

Penaber û koçberên ku piştî rêwîtiyeke giran û kujer xwe digihînin Wanê, cih nîne ku lê bimînin. Bi şev û roj neçar in ku li Otogara Wanê bimînin.

Penaber ji derfetên hîjyenê bêpar tên hiştin. Ji ber xemsariya rayedaran jî di nava rîskê de ne. Her gavê dibe ku nexweşiya şewbê li wan bigere. Ev rîsk her wiha li ser şêniyên bajêr jî heye.

Li Otogara Wanê ku mirov gelekî bi kar tînin, mînîbusên diçin Erdîş, Qelqelî, Westan, Ebex, Mûradiye û Bazîdê jî dixebitin.

Her roj bi sedan mirov ji Wanê diçin van navçeyan. Lewma eger kesek bi şewbê bikeve fikar hene ku di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bibe.

Ajokarekî mînîbusê ku di navbera Wan û Mûradiyeyê de dixebite û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, bi vî rengî nerazîbûna xwe anî ziman: "Em her roj bi sedan mirovî ji Mûradiyeyê dibin Wanê, ji Wanê dibin Mûradiyeyê. Em rêwiyên xwe li Otogara Wanê datînin. Rîskek mezin li ser jiyana rêwiyan heye."

Penaberên ku derfetên wan ên ji bo xweparastina ji vîrûsê nîne, hem bi xwe di rîskê de ne hem jî şêniyên herêmê di rewşeke metirsîdar de ne. Rayedarên dewleta Tirk ji xwe xwe nadin ber wergirtina tevdîran.

Şêniyekî li Otogara Wanê bal kişand ser rewşa bi sedan penaberên li nava otogarê û derdora wê û mafê tenduristiyê yê penaberan destnîşan kir.

Şêniyê bajêr got, "Mafê wan e ku bi tenduristiyeke baş bijîn. Lê belê ev wezîfe dikeve ser milê dewletê. Dewleta ku li Wanê ti tevdîr negirtiye, ne bawer im ku kontrola tenduristiyê ji bo penaberan dike. Ji ber ku ev mirov bi mînîbusan ji ser sînor nîvê şevê tên Otogara Wanê. Di vê mijarê de tevdîr nehatine wergirtin. Ji ber ku dewlet tevdîrê nagire hem em hem jî penaber di rewşeke metirsîdar de ne."