Rêyên Cizîrê di bin avê de man
Ji ber barana zêde rêyên Cizîrê di bin avê de man. Xisara maddî li gelek mal û kargehan pêk hat.
Ji ber barana zêde rêyên Cizîrê di bin avê de man. Xisara maddî li gelek mal û kargehan pêk hat.
Li Cizîra Şirnexê nîvro baraneke zêde bariya. Ji ber baranê rê di bin avê de man. Ji ber lehiya li ser rêyan, ajokar tengijîn û gelek kes nikarin biçin malên xwe.
Ji ber barana zêde li gelek taxan elektrîk jî hatiye qutkirin. Li taxên Cûdî û Nûrê li gelek malan xisara maddî pêk hat. Hin kargeh di bin avê de man.