Rêya Hewlêr û Silêmaniyê ji ber lêhiyê hate girtin
Li Başûrê Kurdistanê ev hefteyeke baran dibare û ji ber barana zêde rêya Hêwlêr û Silêmaniyê li Dola Simaqule hate girtin.
Li Başûrê Kurdistanê ev hefteyeke baran dibare û ji ber barana zêde rêya Hêwlêr û Silêmaniyê li Dola Simaqule hate girtin.
Li Başûrê Kurdistanê ev hefteyek e baran dibare û li hinek herêman lêhî çêbûn.
Ji ber barana zêde heta niha gelek ziyan bi welatî û projeyên xizmetguzariyê çêbûne.
Rêya Hewlêr û Silêmaniyê li dola Simaqule ji ber lêhiyê hate girtin û wesayît nikarin derbas bibin.
Li aliyê din li navçeya Kelarê a Germiyan ji ber lehiyê pira ku li ser avê Çemê Sîrwanê hatibû çêkirin xerabû. Ji ber xerabûna pirê rêya di navbera Kelar û gelek gundan qut bû.