Rewşa Yagiz giran dibe, nema dikare rabe

Her roja ku diçe rewşa tenduristî û fîzîkî ya endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, giran dibe. Rewşa Yagiz wisa bûye êdî nema dikare rabe.

Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a Nasir Yagiz a dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 86'an de bi biryardarî didome.

Her ku diçe rewşa tenduristî û fîzîkî ya Yagiz giran dibe, sibehan nikare rabe. Her diçe qewet bi Yagiz re namîne, êşa mîdê û serî lê peyda bûye.

Her wiha Yagiz a li bara deng û ronahiyê jî pir hesas bûye. Her wiha dilê Yagiz geh zêde lê dide û geh jî kêm. Yagiz êdî hatiye ber rewşeke wiha bi zorê dikae avê vexwe. Piranî nema dikare rakeve û êşa wî ya serî lê giran bûye.

Li aliyê dî, greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî bi koma 21'ê dewam dike. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî di roja 26’ê de ye. Tok anî ziman ku bi çi awayî dibe bila bibe wê bi ser bikevin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin.