Rewşa Nasir Yagiz giran dibe

Nasir Yagiz ê ku 69 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî giran dibe.Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş got ku, “Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan.”

Bi pêşengiya Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 69’an de didome.

Îro piştî daxuyaniyê, koma 35’emîn greva birçîbûnê dewr stendin.

Rewşa endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî giran dibe. Yagiz 69 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Yagiz serêş û xelandina mehd pê re çêbûye û gelek kîlo kêm kiriye.

‘DIVÊ RÊXISTINÊN NAVNETEWEYÎ TÊKEVIN NAV HEWLDANAN’

Nûnera HDP’ê Muzeyyen Guneş got ku “Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê didome. Nasir Yagiz 69 roj in di greva birçîbûnê de ye û rewşa wî giran dibe. Ji bo rakirina tecrîdê divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî têkevin nav hewldanan.”